Li Helebê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn

Kongra Star a Helebê di salvegera şehadeta têkoşer Viyan Soran de nameyên wê xwendin û sînevîzyonek li ser jiyana wê pêşkêş kir.

Li Helebê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn
Li Helebê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn
Li Helebê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn
Li Helebê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn
Li Helebê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn
Li Helebê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn
1 sibat, 2024   19:11
HELEB

Di salvegera 18'emîn a şehadeta Viyan Soran de, Kongra Star a Helebê çalakiyek li hola 8'ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi beşdariya endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li dar xist.

Di çalakiyê de nameyên şehîd Viyan hatin xwendin û sînevîzyonek li ser jiyana wê hat pêşandan.

Di serî de endama Akademiya Star Şênel Hisên teqezî bi bilindkirina asta têkoşînê û şopandina tevgera azadiya Kurdistanê ji bo pêkanîna azadiyê, da û name xwendin.

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Viyan Soran û fedakariya wê ya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, hat pêşkêşkirin.

Çalakî bi siloganên "Jin Jiyan Azadî" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(mh)

ANHA