Li Derayê ciwanek ji ber guleyê birîndar bû

Li bajarê Derayê di navbera hejmarek ciwanan de pevçûnek derket, di encamê de ciwanek birîndar bû.

Li Derayê ciwanek ji ber guleyê birîndar bû
3 gulan, 2026   21:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji ber sedemên ku nehatin zanîn nakokî di navbera hejmarek ciwanan de derket, gule hatin bikaranîn, ciwanek birîndar bû.

Ev bûyer digel tevlîheviya ewlehiyê ya berdewam li Derayê û belavbûna çekan bi awayekî berfireh de tê. Dema gengeşiyek çêdibe yekser çek tên bikaranîn, yan kuştî yan jî birîndarî çêdibin.

Li gorî SOHR'ê, ji destpêka îsal ve hejmara bûyerên pevçûnên malbatî û eşîrî li herêmên cuda yên Sûriyeyê gihîştiye 32'an, di encamê de 26 kes mirine û 59 kesên din jî birîndar bûne, di nav wan de welatiyeke jin jî heye.

(ac/fr)

ANHA