Asayişa PDKˊê li dijî Ethem Barzanî biryara girtinê da

Asayişa Hewlêrê ya PDKˊêder barê Ethem Barzanî de biryara girtinê da. Biryara girtinê ji bo hemû xalên kontrolê, deriyên sînor û balafirxaneyên Duhok û Hewlêrê hat şandin.

Asayişa PDKˊê li dijî Ethem Barzanî biryara girtinê da
15 tîrmeh 2024   23:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Ethem Barzanî ku li Silêmaniyê niştecih e, beriya niha bi fermana rasterast a Mesûd Barzanî 3 sal zêdetir ketina Hewlêrê lê hatibû qedexekirin.

Ethem Barzanî diyar kiribû ku ew ê li dijî astengkirina ketina wî ya herêma di bin kontrola PDK’ê de giliyê xwe li Dadgeha Federal a Iraqê bike. Ev biryara girtinê weke hewldanek ji bo pêşîgirtina li gilîkirina Ethem Barzanî tê nirxandin.

Ethem Barzanî ku ji bo hilbijartinên parlamentoya Başûrê Kurdistanê lîsteya namzetan amade dike, di nava navên pêşeng ên Barzan de cih digire û bi lîsteya xwe dixwaze beşdarî hilbijartinan bibe. Ji ber ku herêma Barzan yekane herêma Kurdistanê ye ku dijberî û muxalefet lê qedexe ye, tê fikirîn ku ev hewldana Ethem Barzanî dibe ku Mesûd Barzanî hêrs kiribe. Bandora Ethem Barzanî ji wê yekê tê ku ew neviyê Ehmed Barzanî ye ku kesayetiyê herî girîng ê Barzanî yê sedsala borî ye.