Artêşa Ukraynayê êrişî navendeke ragihandina fezayî ya Moskovê kir

Artêşa Ukraynayê ragihand ku wê navendeke ragihandina fezayî li paytexta Rûsyayê Moskovê kiriye armanc.

Artêşa Ukraynayê êrişî navendeke ragihandina fezayî ya Moskovê kir
22 hezîran, 2026   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Serfermandariya Artêşa Ukraynayê îro ragihand ku hêzên wan navenda ragihandina fezayî ya "Dubna" li Moskovê kiriye armanc.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Rûsyayê "TASS" ragihand ku navend "rûbirûyê êrişeke giran a bi balafirên bêmirov a ji aliyê hêzên çekdar ên Ukraynayê ve bûye, lê weşana televîzyonî û ragihandin bandor nebûne."

Ajansê her wiha ji "Space Communications" ya ku navendê bi rê ve dibe, ku ew mezintirîn ajansa ragihandina fezayî ya hikumeta Rûsyayê ye, got: "Ji bo mijûlbûna bi encamên êrişê re tedbîr têne girtin. Tu karmendên navenda ragihandina fezayî birîndar nebûne."

(fr)