Artêşa Îsraîlê li Lubnanê erebeyek bombebaran kir: Jinek hat kuştin
Artêşa Îsraîlê li Lubnanê erebeyek bombebebaran kir. Hate diyarkirin ku di encamê de jinek hat qetilkirin û kesek birîndar bû.

Li gorî çapemeniya Lubnanê, artêşa Îsraîlê li ser rêya Ariya-Cumhur a ku diçe Beyrûtê (li beramberî dêra Seyîda ya li Cebel Lubnan) erebeyek bombebebaran kir.
Çavkaniyekî ji Ajansa RIA Novosti re ragihand: “Balafireke bêpîlot a Îsraîlê bi 3 bombeyan erebeyek li ser rêya giştî ya Kehhala ya nêzî herêma Cumhur a li rojhilatê Beyrûtê bombeberan kir. Di encamê de jina erebe diajot hat kuştin û keseke din di erebeyê de birîndar bû."
Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafirên wê yên şer berbanga îro navenda bajarokê Yehmer Şiqêf ê başûrê Lubnanê, derdora wê û navçeya wê ya rojhilatê bombebaran kirin û bi obîsan jî derdora bajarok topbaran kir.
Balafirên şer ên Îsraîlê duh bi şev jî taxên başûrê Beyrûtê bi dijwarî bombebaran kirin. Li gorî Ajansa NNAˈyê ya Lubnanê, herêma Ewzaî 3 caran, taxên Herîk, Bacûr û Tehwîta Xedîr hatin bombekirin.
Heman ajansê ragihand ku duh derengyia şevê li derdora bajarokên Rimêş û Yarûn û bajarokê Îta Şab ên başûrê Lubnanê şerekî giran di navbera çekdarên Hizbullah û leşkerên Îsraîlê de qewimî.
Balafirên şer ên Îsraîlê duh bi şev li bajarokê Bazûriyê yê başûrê Lubnanê malek bombebaran kiribû. Di encamê de 4 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Di heman demê de bajarokên Sultaniye, Dêr Entar, Cimcimiyê, Birxiliyê, Birc El Hû, Qasimiye, rêya Ebasiye, Şeqra, Hedasa, Mecdel Silem ên başûrê Lubnanê hatin bombebarankirin. Bajarokên Hedasa û Mecdel Silem û Konîn heya barbanga îro dem dem bi obîsan hatin topbarankirin.
(bb)