Artêşa Îsraîlê kuştina 5 leşkerên xwe ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di şerê li bakurê Xezayê de 5 leşkerên wê hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê kuştina 5 leşkerên xwe ragihand
8 tîrmeh, 2025   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku di şer û pevçûnên li bakurê Xezayê de 5 leşkerên wê hatine kuştin. Di daxuyaniyê de ku AFP’ê weşandiye, hate aşkerakirin ku leşkerên birîndar ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin û malbatên wan hatin agahdarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Li gorî lêkolînên destpêkê yên artêşê, leşkerên piyade duh derengî şevê di operasyona bejahî ya li Beyt Hanûn a li bakurê Xezayê de ji  ber teqîna bombeyeke li kêleka rê hatine kuştin.”

Li gorî The Times of Israel jî, di dema hewldana rakirina birîndaran de 14 leşkerên din hatin gulebarankirin û birîndar bûn, ji wan rewşa 2 birîndaran giran e.

Heman rojnameyê da zanîn ku “yekîneya artêşê hewl dida herêmê ji çekdarên ku xwe lê asê kirine, paqij bike."

(bb)