Şandeya KNK û PJAK'ê hevdîtin kirin

Şandeya KNK’ê di çarçoveya hewldanên jii bo yekîtiya neteweyî ya Kurd û yekitiya di navbera aliyên siyasî de, bi PJAK’ê re civiya.

Şandeya KNK û PJAK'ê hevdîtin kirin
8 tîrmeh, 2025   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan duh şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) serdana Partiya Azadiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) kiriye.

Şandeya KNK’ê ya ku ji Zeyneb Mistefa, Dr. Şêrko Heme Emîn, Nesrîn Ehmed û Şoreş Xidir pêkdihat, ji aliyê endamên Desteya Rêveber ya PJAK’ê ve hatin pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyên, di civînê de behsa rewşa siyasî, geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn diqewimin, bihêzkirina yekîtiya neteweyî, yek dengiye partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ya li hemberî hemû egerên li herêmê de, hatiye kirin.