Aqûbeta 5 karkerên Mexmûrî ji hêla PDK′ê ve hatine girtin ne diyar e

Ji 5 karkerên ji Wargeha Mexmûrê ku di roja şehîdbûna welatiyê ji Wargeha Mexmûrê Dilovan Îşlek de xwestin biçin pêşiya karwanê anîna cenaze ku ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin, agahî nayên girtin. Malbatên karkeran ji rewşa zarokên xwe bi fikar in û dixwazin der barê rewşa zarokên xwe de agahiyan wergirin.

Aqûbeta 5 karkerên Mexmûrî ji hêla PDK′ê ve hatine girtin ne diyar e
24 cotmeh, 2023   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

5 Karkerên ji Wargeha Mexmûrê ku ji Bexda çûn pêşiya karwanê cenazeyê şehîd Dilovan Îşlek’ê li ser rêya Koyê di encama êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk de şehîd bû, ji aliyê nuqteya Bîrebas a kontrolê ya PDK’ê ve hatin binçavkirin û radestî Asayişê Hewlêrê hatin kirin. Heta niha tu agahî ji wan nayên wergirtin û malbatên wan ji ber rewşê bi fikar in.

Balafira dewleta Tirk ya dagirker ya li ser rêya Koyê ku wesayîteke sivîlên Wargeha Penberan ya Şehîd Rûstem Cûdî kir hedef û di encamê de welatiyê bi navê Dilovan Îşlek şehîd bû û sê welatî jî birîndar bûn. Li ser vê yekê 5 karkerên ji Wargeha Mexmûrê yên bi navên Zagros Atalay, Mihemed Nûrî Avci, Mihemed Şirîn Avci, Ehmed Baytaş û Bêwar Baytaş ku li Bexda dixebitîn, ber bi cihê bûyerê ve ketin rê û xwestin biçin tev li karwanê anîna cenazeyê şehîd Diovan bibin, lê li nuqteya kontrolê ya Bîrebas ya PDK’ê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê tên binçavkirin û radestî Asayişa Hewlêrê kirin.

Bi bîhistina binçavkirina 5 karkerên ji Wargeha Mexmûrê, malbatên wan bi lezgînî diçin nuqteya kontrolê ya Bîrebas û pirsa aqûbeta zarokên xwe ji hêzên li nuqteya kontrolê ya PDK’ê kirin. Destpêkê hêzên PDK’ê înkar kirin ku zarokên wan binçav kirine lê bi israra malbatan îtiraf kirin ku her pênc karkerên ji aliyê wan ve hatine binçavkirin û radestî Asayişa Hewlêrê hatine kirin. Heta niha der barê aqûbeta her pênc karkeran tu agahî nayên wergirtin û malbatên karkeran ji rewşa wan bi fikar in.

Karkerên hatine girtin ji sê malbatan in, tenê Zagros Atalay ji malbatekê ye, Mihemed Şirîn Avci bavê Mihemed Nûrî Avci ye û Ehmed Baytaş û Bêwar Baytaş jî birayên hevdû ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî du welatiyên ji Wargeha Mexmûrê ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin û piştre her du welatî bi awayeke bigûman jiyana xwe ji dest dan: PDK’ê wê demê gotibû “wan bi nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.” Lewra malbatên karkeran dixwazin demildest agahî ji zarokên xwe wergirin û banga eşkerekirina agahiyên der barê zarokên xwe de li aliyên peywendîdar kirin.