Rûsya 4 bajarokên Ukraynayê kontrol kirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê li rojhilatê Ukraynayê 4 bajarok kontrol kiriye û operasyonên xwe yên leşkerî didomîne.

Rûsya 4 bajarokên Ukraynayê kontrol kirin
30 tîrmeh, 2026   19:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê di çarçoveya operasyonên leşkerî yên li herêmên Sumy, Kharkiv û Komara Gel a Donetskê de 4 bajarok li rojhilatê Ukraynayê kontrol kirine.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, hêzên koma "Navend" bajarokê Krasnoyarskoye yê Donetskê û hêzên koma "Bakur" jî bajarokê Yurchenkovoyê yê Kharkivê kontrol kirine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bajarokên Moghrytsia û Malaya Slobonka yê herêma Sumy jî hatin kontrolkirin.

Wezaretê her wiha daxuyand ku operasyonên wê li eniyên rojhilatê welêt berdewam dikin û  hêzên Ukraynayê li eniyên cuda windahî dane.

(bb)