Di rojekê de 3 pitik hatin dîtin

Di rojekê de li Hema, Şam û gundewarên Dêrazorê 3 pitik hatin dîtin.

Di rojekê de 3 pitik hatin dîtin
11 nîsan, 2026   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarê Hemayê vê sibehê pitikek li taxa Kazro ya bajar dît. Tê gotin ku tenduristiya pitik ne baş e û rakirine Nexweşxaneya Zarokan. Der barê bûyerê de hêzên ewlehiyê lêkolîn da destpêkirin.

Di 24 saetên dawîn de, li Şamê di navbera çemê Eyşe û Meydan Kewakibî de zarokek hat dîtin. Li bajarokê Ebû Hemam ê li rojhilatê Dêrazorê jî pitikeke keçîn li pêşiya nexweşxaneya bajarok hat dîtin.

Li gorî SOHR'ê, ji destpêka îsal ve li herêmên cuda yên Sûriyeyê 20 pitikên terikandî hatine dîtin.

(bb)