2 salên Pêngava Azadiyê ya dijî tecrîd û komployê

Li hemberî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li Kurdistan û cîhanê di 2 salên dawî de bi 749 sernavan bi hezaran çalakî û bername hatin organîzekirin.

2 salên Pêngava Azadiyê ya dijî tecrîd û komployê
2 salên Pêngava Azadiyê ya dijî tecrîd û komployê
2 salên Pêngava Azadiyê ya dijî tecrîd û komployê
2 salên Pêngava Azadiyê ya dijî tecrîd û komployê
2 salên Pêngava Azadiyê ya dijî tecrîd û komployê
2 salên Pêngava Azadiyê ya dijî tecrîd û komployê
2 salên Pêngava Azadiyê ya dijî tecrîd û komployê
9 cotmeh, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Di salvegera 27’emîn komploya navnetewî ku 9’ê Cotmeha 1998’an dijî Rêber Apo hatibû destpêkirin de, “Pêngaza Azadiyê” ku li çar aliyên cîhanê hatiye destpêkirin, didome. 

Dostên Kurdan ku di nava wan de gelek nivîskar, rojnameger, siyasetmedar, hunermed û aktîvîstên mafê mirovan jî hene, 10’ê Cotmeha 2023’yan pêngava gerdûnî ya bi navê, “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” dan destpêkirin. Starta pêngavê li 74 navendên li parzemînên Ewropa, Asya, Efrîqa û Amerîkayê bi daxuyaniyên hemwext hat  dayîn.

Pêngav piştre li 185 bajarên 93 welatan belav bû. Di çarçoveya pêngavê de li Kurdistan û gelek welatan çalakî û bernameyên weke; meş, daxuyanî, panel, semîner, konferans, komxebat, kampanyayên îzmeyan, ji bo Rêber Abdullah Ocalan şandina nameyan, serlêdanên ji bo saziyên navnetewî, daxwazên ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, xwendina pirtûkên Rêber Apo hatin organîzekirin.  

ÇALAKIYÊN KU DERKETINE PÊŞ

EWROPA

22’ê Çileya 2024’an ji 25 navendên cuda yên Ewropayê meş dest pê kirin û 15’ê Sibatê li bajarê Strasbourg ê Fransayê bidawî bû. Ji bilî vê meşa mezin, li Ewropayê 38 meş hatin lidarxistin.

17’ê Sibata 2024’an li bajarê Koln ê Elmanyayê bi sed hezaran kes di mitîngê de hatin gel hev û banga “Azadiya Rêber Apo û Çareseriya Pirsgirêka Kurd” kirin. Dîsa li tevahiya Ewropayê 28 mitîng hatin organîzekirin.

Bi boneya salvegera yekemîn a pêngavê, di navbera 1-11’ê Cotmeha 2024’an de li tevayî cîhanê çalakiyên cûr be cûr hatin li darxistin. Dîsa di dîrokên cuda de 49 çalakiyên weke daliqandina pankartan, panel, daxuyanî, çalakiyên hunerî, festîval, “Maratona Ji Abdullah Ocalan re Azadî” û daxuyanî hatin organîzekirin.

15-22’ê Hezîrana 2023’an de bi dirûşma “Rojên Diyalogê yên bi Abdullah Oclan re” li 14 welatên Ewropa û Kenyayê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin nasandin. Derbarê tecrîda li Îmraliyê de konferans û mitîng hatin lidarxistin.

11’ê Nîsana 2025’an li paytexta Îtalya Romayê Konferansa “Pêngava Gerdûnî ya ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hat lidarxistin û 300 delege beşdar bûn. Bi heman armancê li Ewropayê 6 konferans hatin lidarxsitin. 

Li welatên Ewropayê 17 standên pirtûkên Rêber Apo hatin danîn û broşûr hatin belavkirin.

9’ê Kanûna 2023’an, Delegasyona Jin a Navnetewî ya ji hiqûqnas, parlamenter, ekolojîst û nûnerên saziyên sivîl ên ji 7 welatan pêk tê, bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê rêzehevdîtin çêkirin. Delegasyonê derbarê mercên Îmraliyê de raporek pêşkêşî CPT, NY û saziyên eleqedar ên Yekîtiya Ewropayê kir.

KAMPANYA Û ŞANDINA NAMEYAN

Di çarçoveya pêngavê de roja 7’ê Cotmehê (2023) weke, “Roja Gerdûnî ya Pirtûkên Abdullah Ocalan” hat îlankirin û li 170 navendên Ewropayê, parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bi 16 zimanan hatin xwendin û nîqaşkirin. Dîsa  xêzromanek bi “Dê Azadî Serkeve” ku jiyana Rêber Apo vedibêje hat çapkirin û belavkirin.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji 6 Nîsana 2024’an heta 30’ê Nîsana 2025’an kampanyayên bi navê “Hezar Jin, Yek Deng”, “Em jiyanek bê Rêbertiyê napejirînin”, “Tîrêjên Rojê”, “Bi Rêbertiyê re Guftogoyên Jiyana Azad”  meşandin. Di vê çarçoveyê de ji CPT re 20 hezar name hatin şandin, ji netew û welatên cuda hezar jinan peyamên bi dîmen dan, standên pirtûkên Rêber Apo hatin vekirin.  

Yek ji çalakiyên girîng nameyên dijî tecrîdê û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo bû. 182 sazî, kesayet, aktivîstan ji CPT, saziyên navnetewî û Ewropayê re bi hezaran name hatin şandin.

Ji gelek welatan û pêkhateyên cuda, bi hezaran name ji bo Rêber Apo hatin şandin. Lê hejmara wan nehatiye diyarkirin.

Bi pêşengiya aktîvîst Jody Williams 69 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtine, ji bo Rêber Apo name ji CPT û Komîteya Mafê Mirovan a Ewropayê re şandin.

12’ê Îlona 2025’an bi pêşengiya hunermendê Arjantînî Federico Racca li ser Instagramê kampanyaya “Cihek ji bo Ocalan” hat destpêkirin û belavî cîhanê bû.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî 15 daxuyanî, 10 panel, 10 çalakiyên hunerî, 6 civîn, 38 meşên girseyî û mitîng, 3 semîner, 3 konferans, 4 pêşangeh hatin lidarxistin. Li 51 navendên herêmê komên xwendina parêznameyan hatin çêkirin, ji saziyên navnetewî re name hatin şandin. 

Di kampanyaya îmzeyan a li dijî tecrîdê ku ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû destpêkirin de li tevahiya Suriyeyê 2 milyon û 626 hezar û 828 îmze hatin komkirin.

Bi Pirtûkxaneya Gerok 200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ên bi zimanê erebî li Reqayê hatin belavirin.

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah, ji 20’ê Tebaxê heta 13’yê îlonê (2025), li ser asta Suriyeyê ji rewşenbîr, akademisyen, siyasetmedar, pêşengên civakê û serokeşîran bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re 2 hezar û 541 îmze kom kirin. Îmze ji saziyên navnetewî û Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re hatin şandin.

BAKURÊ KURDISTANÊ – TIRKYE

Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê çalakî û bername ji aliyê Platforma Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî ve hatin birêvebirin.

Ji 28’ê Cotmeha 2023’an heta cotmeha 2025’an nêzî 100 çalakiyên wekî, meş, daxuyanî, civîn, mitîng, semîner, nobeta edaletê, grevên birçîbûnê, xwendina pirtûkên Rêber Apo, vekirina standên pirtûkan hatin organîzekirin.

Li Stenbolê 78 hunermed, nivîskar, siyasetmedar û ronakbîran deklarasyona “Banga Aştiyê” ragihand. Girtiyên ji doza PAJK û PKK’ê ji bo bidawîbûna tecrîdê dest bi gireva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan li Wan, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmirê dest bi “Nobeda Edaletê” kirin.

Bi pêngava ku li tevahiy cîhanê belav bûye re, zexta li ser dewleta Tirk zêde bû. 23’ê Cotmeha 2024’an piştî 43 mehan birazayê Rêber Apo Omer Ocalan li Îmraliyê hevdîtin pêk anî. Rêber Apo got: “Eger merc çêbibin, ez xwedî hêza pratîkî û teoriyê me ku pêvajoyê ji zemîna şer bikişînim zemînek hiqûqî û siyasî”.

Bi vê geşedanê re tecrîd ranebû, lê pêvajoyek nû hat destpêkirin. Şandeyên DEM Partî çûn serdana Rêber Apo. Rêber Apo 27’ê Sibata 2025’an banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. PKK’ê bersiv da bangê û xwe fesih kir. Li tevahiya Kurdistan û cihanê piştgiriyek mezin hat nîşandan.

Li Tirkiye û Kurdistanê zêdetirî 100 civînên agahdakirina pêvajoyê hatin çêkirin.

Li ser banga Rêber Apo li parlamentoya Tirkiyeyê Komîsyona Xwîşk û Biratî, Demokrasî û Piştevaniya Netewî hat avakirin. Lê jomîsyonê tevî hemû bangan, hîn bi Rêber Apo re hevdîtin nekiriye.

Li welat Ewropa, Asya, Amerîka, Afrîkayê, 200 kesaseytên xwediyên xelata Nobelê, her wiha gelek ronakbîr, rojanemeger, siyasetmedar, rêxistinên demokratîk, aktîvîstan piştgirî dan banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk.   

(a)

ANHA