Bi dronan êrişî Silêmanî û Hewlêrê hate kirin

Kêliyek berê niha bi dronan êrişî Otêl Dîvan a li Hewlêrê û Fermandariya Hêzên 70’ê ya li Silêmaniyê hate kirin.

Bi dronan êrişî Silêmanî û Hewlêrê hate kirin
12 adar, 2026   00:22
NAVENDA NAÇEYAN

Êrişên komên çekdar yên girêdayî Berxwedana Îslamî ya Iraqê (Meqawemey Îslamî ya Iraqê) ya nêzîkî rejîma Îranê bo ser Herêma Kurdistanê berdewam dikin.

Hate ragihandin ku bi droneke kamîkaze êrişê Otêl Dîvan ya li Hewlêrê û Fermandariya Hêzên 70’ê (hêzên Pêşmerge yên girêdayî YNK’ê) ya li Silêmaniyê hate kirin.

Heta vê kêliyê ziyanên canî û madî yên êrişan nehate zanîn.