Weqfa Newrozê panelek têkildarî Jineolojî li dar xist

Komîteya Jinan a Weqfa Çandî û Hunerî ya Newrozê ya Lubnanê panelek der barê têgeha Jineolojiyê, koka wê û rewşa jinan û rola wan di civakê de li dar xist.

29 tebax, 2026   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Jinan a Weqfa Çandî û Hunerî ya Newrozê paneleke têkildarî Jineolojiyê li navenda xwe ya li paytexa Lubnan Beyrûtê, bi beşdariya hejmarek jinan û kesên elaqeyê didin warên civakî û çandî organîze kir.

Panela ji aliyê seroka Komîteya Jinan Henan Osman ve hat birêvebirin.

Di panelê de têgeha jineolojiyê, koka wê û rêveçûna wê ya dîrokî, sedemên hiştine ev têgeh weke metoda zanînê were pêşxistin hatin vegotin.

Her wiha warên ku jineolojiyê girîngiyê didiyê weke rewşa jinan, têkiliyên civakî, dîroka jinan, sedemên cudakarî û newekheviyê, rola jinan di pêkanîna guhertina civakî de, girîngiya pêşxistina zanînê li ser bingeha ezmûnên jinan û rewşên wan ên civakî û çandî, hatin şîrovekirin.

Di panelê de bal kişand ser belavbûna sînordar a têgeha jineolojiyê li cîhana Ereb li gorî têgehên zanistên civakî yên kevneşopî. Hate gotin, danasîna wê û vekirina rûberên ji bo nîqaşkirinê li ser wê gaveke girîng e da ku pirsgirêkên jinan û civakê ji goşeyên cuda ve werin têgihîştin.

Beşdaran ezmûn û nêrînên xwe der barê rewşa jinan, dozên civakî yên girêdayî wê de pêşkêş kirin.

Di dawiya panelê de bal li ser girîngiya berfirehkirina zanîna bi têgehên jineolojiyê û zanista civakî, xurtkirina çanda xwendin û perwerdehiyê li gel jinan hat kişandin. Komîteya Jinan diyar kir ku ev civîn destpêka rêze civînên perwerdeyê û civînên parvekirina zanînê temsîl dike ku dê di qonaxên xwe yên pêşerojê de li ser gelek pirsgirêk û têgehên civakî nîqaş bikin.

(f)