QSD: Li cihên hatine hedefkirin hêzên me nîn bûn

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek li ser malpera xwe parve kir. Navendê diyar kir ku di êrişan de tu tiştek bi hêzên wan nehatiye û cihên hatine hedefgirtin hêzên wan lê nîn in û yê rasterast hatiye hedefgirtin gelê herêmê ye.

QSD: Li cihên hatine hedefkirin hêzên me nîn bûn
26 kanûn, 2023   00:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2 rojên dawîn de zêde kirin. Di wan êrişan de, sazî û navendên xizmetguzariyê û sivîl kirin hedef. Di encamê de 8 welatî şehîd bûn û 13 din jî birîndar bûn.

Der barê êrişan de Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek parve kir û tê de got: "Êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst weke dewama êrîşên bi armanca qirkirinê yên 23’yê Kanûnê dan destpêkirin hê jî didomin. Ev êrîş gelê me, çavkaniyên aboriyê û saziyên demokratîk ên gelê me bi derfetên xwe yên bi sînor û bi hêza xwe pêş xistine, yekser kirine hedef. Di encama van êrîşên du rojan de ji gelê me 8 welatparêz şehîd bûne û 20 welatparêzên me jî birîndar bûne. Em ji bo şehîdên xwe ji Xwedê rehmetê dixwazin, ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. Ji bo birîndaran jî şifayê dixwazin.

Dewleta Tirk a faşîst û şefê wê Erdogan bi rêbazên herî qirêj raya giştî ya hundir û derve dixapîne. Xwe disipêrin derewa ku dibêjin êrîşî hêzên QSD’ê kirine û  ji hêzên QSD’ê gelek windahî çêbûne. Pêwîst e gelê me û tevahî raya giştî zanibe ku weke QSD’ê ti windahiyeke me nîne. Li deverên êrîş pêk hatine hêzên me yên eskerî nîn in. Yên hatine hedefkirin û rastî êrîşê hatine gelê me ye.

Li hemû qadan di serî de li hember êrîşên dewleta Tirk a terorîst û faşîst, li dijî her cure êrîşan ji her demê zêdetir em ê gelê xwe biparêzin. Pêwîst e rêveberî û rejîma faşîst a Tirk zanibe ku li beramberî gelekî bûye fedaî ti şansê wê yê serketinê nîne. Yekîtiya bi zanebûn û berxwedana bi awayekî rêxistinkirî ya gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dikare hemû êrîşan pûç bike. Şansê serketinê yê ti dijminekî, bi taybet jî yê dewleta faşîst a Tirk li hemberî gelekî bi vî awayî xwe rêxistin kiriye û bûye îrade nîne.

Li hemberî van hemû êrîşan pêwîst e gelê me yê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi serwextbûna xweparastinê re berteka xwe ya rêxistinkirî di asta herî bilind  de nîşan bide. Pêwîst e gelê me rê nede van êrîşan, qadên xwe û şoreşa xwe bi çalakiyên xurt biparêze. Divê bi vê zanebûnê hereket bike. Bêyî parastina xwe ji kesekî hêvî bike, divê tevlî QSD’ê bibe û parastina xwe misoger bike.

Em bêdengiya Hêzên Koalîsyonê û Rûsyayê ya li hember van êrîşan rast nabînin. Em li bendê ne, li hember van êrîşan helwest bigirin."