Komeleya Newroz êrişên li ser herêmê şermezar kirin

Komeleya Çandî û Civakî ya Newroz bang li civata navneteweyî kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar bike, hesabê jê bipirse û got: "Têkbirina îstiqrara siyasî, ewlehî û aborî ya herêmê, armanca yekane ya êrişan e."

Komeleya Newroz êrişên li ser herêmê şermezar kirin
26 kanûn, 2023   00:26
Navenda nûçeyan

Komeleya Çandî û Civakî ya Newroz a li Lubnanê bi daxuyaniyekê êrişên dwleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermzar kirin. 

Komeleyê bang kir ku ev êriş werin rawestandin û şermzarkirin.

Komeleyê diyar kir ku Erdogan û hikumeta wî ya faşîst armanc dikin herêmê ji gelê wê yê resen vala bikin, demografiya wê biguherin û li şûna wan çeteyên xwe bicih bikin tenê ji bo ku îstiqrara siyasî, aborî û ewlehiyê têk bibe ji ber ku zirarên li binesaziyê hatine, bi awayekî trajedîk bandor li jiyana niştecihên herêmê dike.

Di dawiyê de komeleyê bang li civata navnteweyî kir ku êrişan şermezar bikin, ji ber sûvên ku tên kirin hesabê ji Tirkiyeyê bipirsin û her wiha bang li NY û rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan kir ku li hember herêmê berpirsyariyên xwe bînin cih.

(şx)