Silêman Ehmed 13 roj in ji aliyê PDK`ê ve revandî ye

13 roj berê edîtorê beşa erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed dema ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê dibû ji aliyê hêzên PDK`ê ve hat revandin.  Ruxmî bangawaziyên gelek aliyan, hê jî agahî ji Silêman nayên wergirtin.

Silêman Ehmed 13 roj in ji aliyê PDK`ê ve revandî ye
6 mijdar, 2023   13:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Silêman Ehmed 1`ê Cotmehê ji bo serdana malbata xwe ya li Helebê hatibû herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê, 25`ê Cotmehê di rêya vegerê de li deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) yê navbera Rojava-Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hat binçavkirin.

Rojnamevanên ji Helebê îro bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku hevalê wan Silêman bê şert bê berdan.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê ye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kir û îtiraf kir ku ew revandine.

Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa Erebî ya ajansa Rojnws’ê de wek edîtor dixebite.

Ajansa Rojnewsê piştî revandina endamê wan daxuyanî dabû gotibû: “Em tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.”

Her wiha bi dehan sazî û dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî banga serbestberdana Silêman kiribû. Lê ev bangawzî heta niha bê bersiv in.

(c)

ANHA