8 sal di ser êrişên hovane û berxwedana bêhempa re derbas bûn

Bi dehan komên çeteyan beriya 8 salan bi awayekî hovane êrişî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kir. Lê belê şêniyên taxê yêm Erebû Kurd berxwedaneke dîrokî li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî nîşan da û di encamê de çete û piştgirên wan bi bin ketin.

16 sibat, 2024   11:29
HELEB

16`ê Sibata 2016`an, yanî piştî rojekê ji salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, piştî rizgarkirina navçeya Til Rifetê, bi dehan komên çeteyan ên ku taxa Şêxmeqsûd dorpêç kiribû, bi awayekî hovane êrişî taxê kirin. Li hember wê êrişê, niştecihên taxê berxwedaneke bêhempa nîşan da. 

Niştecihên taxê, komên çeteyên ku dewleta Tirk bi her cure çekan, tevî çekên kîmyewî yên qedexekirî didan wan jî bi bin ketin.

Di wan êrişan de çeteyan gazên jehrî bi kar anîn. Ruxmî ku çeteyan bi xwe îtiraf kirin ew çek bi kar anîne, lê tu aliyeke navneteweyî ev êriş şermezar nekirin. Di wan êrişan de bi sedan niştecihên taxê şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn. Her wiha li gorî daneyên meclisa taxê derdora 2 hezar û 600 mal û dikan wêran bûn.

Lê belê li hember van êrişên hovane yên çeteyên dewleta Tirk, niştecihên taxê li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî berxwedaneke bêhempa nîşan da.

Niştecihên taxê yên ku bi sedan ji wan bi Rêber Abdullah Ocalan re ji beriya 20 salan ve dîtine, bûn parêzvanên taxê.

Li taxa ku top bi serê niştecihên wê de dibarîn, perwerde ranewestiya. Xwendekar li şûna dibistanan, li jêrzemînan û bi derfetên gelekî kêm perwerdeya xwe domandin.

Bi ragihandina seferberiya giştî ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve, bi dehan ciwan berê xwe dan eniyan û bi Yekîneyên Parastina Gel-Jin (YPG û YPJ) re mertaleke asê ava kir.

Jinan jî cihê xwe di wê berxwedanê de girt. Jinên taxê yên ku şehîd Gulê Selom ji xwe re pêşeng hilbijartiye, birîndar derman dikirin, dayikên temenmezin jî, xwarin ji şervanên li eniyan re amade dikirin.

Ne tenê kurd lê belê pêkhateya ereb jî bi awayekî çalak tev li berxwedanê bû. Di oxira parastina taxê ji êrişên çeteyan de, şervan Xalid Fecir ê ji pêkhateya Ereb şehîd bû. Her wiha nîştergerê yekane yê taxê Dr. Şahid El Himiyan ê ji Dêrazorê şehîd bû. Her du şehîd, mînaka berxwedana hevbeş a Kurd û Ereban li taxa Şêxmeqsûdê ne.

Ebû Yezen yek ji şervanên ku tev li berxwedana dîrokî ya taxa Şêxmeqsûd e têkildarî wan rojan wiha axivî: "Di destpêka avakirina YPG`ê li taxa Şêxmeqsûd de çek bi me re tune bû. Lê belê israra li ser xweparastinê, parastina gel û hevgirtina gel bi hêzên xwe re ji tunebûnê hebûn çêkir û me çekên pêwîst peyda kir."

Ebû Yezen wiha domand: "keç û xortên gel tev da her yek bi rêbaza xwe tev li vê berxwedanê bûn. Hin çek rakirin û eniyan bûn, hin xwarin amade dikir û dişand eniyan, hin jî birîndar dermand dikir."

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe de ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de diyar dike ku divê civaka kurdistanî û Rojhilata Navîn li hember êrişên çandî, exlaqî, siyasî û manewî li gor rêgezên xweparastina rewa bisekinin. Yanî dermanê vê derdê pêkanîna rêgezên şerê gel ê şoreşgerî ye.

Di dawiyê de Ebû Yezen soz da ku li ser rêya şehîdan be heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û herêmên dagirkirî rizgar bibin.

(fr)

ANHA