Sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên belgekirin
Rêxistinên hiqûqî hewl didin sûcên dewleta Tirk ên di vê dawiyê de kirine, belge bikin. Hevserokê Desteya Maf û Dadweriyê Îmad El Keraf aşkera kir ku ew bi vê hewldanê dixwazin bikin ku hêz û rêxistinên navneteweyî berpirsyariyên xwe yên qanûnî û mirovî bi cih bînin.
Aliyên siyasî û dîplomatîk, ên hiqûqî û mirovî hewl didin sûcên dewleta Tirk ên li dijî sûriyeyiyan dike, ragihînin alî û rêxistinên navneteweyî.
Hevserokê Desteya Maf û Dadweriyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îmad El Keraf got ew bi vê xebatê dixwazin rêxistinên navneteweyî dehf bidin da ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
El Keraf ji malpera Rêveberiya Xweser re axivî û got êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê binpêkirina aşkera ya qanûnên navneteweyî û yên Neteweyên Yekbûyî (NY) ye û li dijî Peymana Navneteweyî ya Mafên Aborî û Civakî ye.
El Keraf diyar kir ku Desteya Maf û Dadweriyê bi rêya nivîsgeha xwe ya taybet a mafên mirovan dixebite, ji bo komkirina delîl û zanyariyan ku binpêkirinên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat dikin, da ku dosyayeke qanûnî amade bikin û pêşkêşî civaka navneteweyî bikin û daxwaz bikin ku hesab ji berpirsên van sûcan were pirsîn.
El Keraf da zanîn ku nivîsgeheke din a mafên mirovan a girêdayî civaka sivîl heye ku ew jî bi belgekirina sûcan û binpêkirinên mafên mirovan mijûl e û raporeke taybet tê amadekirin ji bo ku pêşkêşî dezgehên navneteweyî yên pêwendîdar bikin.
Îmad El Keraf bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, ji bo ku van binpêkirinên dubare belge bikin û ji civata navneteweyî xwest ku ev êrişên hovane bên rawestandin. El Keraf tekezî li ser girîngiya cîbicîkirina biryara 2254’an kir.
Dewleta Tirk ji şeva 23`yê Cotmehê ve êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kirin û di encamê de 18 kes şehîd bûn ku di nava wan de zarokek heye û 65 kes jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk herî zêde binesaziya stratejîk û xizmeguzarî yên herêmê bomberan kirin. Di wan êrişan de ku dewleta Tirk balafirên şer û yên bêmirov kirin, stasyonên sereke yên petrolê û gazê hatin bombebarankirin.
(şx/k)
ANHA