Bîlançoya  48 saetan a êrişan

Dewleta Tirk a dagirker di 48 saetan de 44 cih bomebaran kirin. Di nav wan de navendên xizmetguzariyê, saziyên bazirganiyê û bendên kontrolê hebûn. Di êrişên li ser Kobanê û Qamişlo 8 welatî şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha zirarên madî yên mezin jî çêbûn.

Bîlançoya  48 saetan a êrişan
27 kanûn, 2023   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Di êrişên 48 saetan de li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê 8 welatî şehîd bûn û 2 li Kobanê birîndar bûn. 

Bombebaran sibeha 25`ê Kanûnê ji Kobanê, piştre Qamişlo dest pê kirin. Di derengiya şeva heman rojê de bombebaran rawestiya.

Lê dewleta Tirk a dagirker duh nîvro dîsa dest bi bombebaranê kir.

Di roja yekemîn a êrişan de 22 cih, navendên stratejîk, xizmetguzarî û bazirganiyê bi balafirên bê mirov ên bi çek hatin bombebarankirin.

Di roja duyemîn de jî, bi dehan bendên kontrolê jî di nav de 22 navendên xizmetguzariyê hatin bombebarankirin.

Bîlançoya êrişên 48 saetan wiha ye:

Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker ev dever bombebaran bombebaran kirin:

Gareceke erebeyan û şîrketek li Kobanê

Kargehek li taxa Eleya ya Qamişloyê, navendeke avakirinê li kembera bakurê bajarê Qamişloyê.

Çapxaneya Sîmav a li Hîzamê ya rojhilatê Qamişloyê.

Kargeha Zeytûnê ya Rohilat li navçeya Amûdê, hemwextî wê kargeha Nîskê ya li heman navçeyê jî bombebaran kir.

Kargeha Êm a Cezîre ya li taxa Meyselûn a Qamişloyê.

2 navendên dirûnkariyê li taxa Meyselûn a Qamişlo.

Holeke dawatan li navçeya Amûdê.

Taxên bajarê Kobanê û nexweşxaneya Miştenûrê.

Aşxane û depoya pembo ya li gundê Um El Fursan a rojhilatê Qamişloyê.

Gundê Şork.

Navenda avahîsaziyê li taxa Enteriye ya Qamişloyê.

Stasyona Botan "Cotkaran".

Kargeha oksîjenê ya yekane li Qamişloyê.

Malên li taxên rojavayê Kobanê û derdora daristana Kobanê.

Mezrea û çewlika mirîşkan a Kobanê-Helebê.

Şîrketa vexwarinan a El Nebe li Qamişloyê.

Qada li kêlek navenda şîrketa El Nebe ya li Qamişlo.

Aşxaneya genim a berê ya malbata Berakat a li Qamişlo.

Bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişlo.

Şîrketeke avakirinê li rojavayê Qamişloyê.

7 bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojhilat, rojava û başûrê Kobanê.

Derdora depoyên genim ên li gundê Girê Ziyaretê Cûlî (Tûbiye), rojavayê navçeya girkê Legê ya kantona Cizîrê.

Kargeha savar a li başûrê Qamişloyê.

Benda kontrolê ya Nîmetlî li ser rêya Qamişlo-Tirbesiyê.

2 depoyên cil û bergan û sobeyan li taxa Elaya ya rojhilatê Qamişloyê ku bi 300 metre dûrî girtîgeha Elayayê ye.

2 bendên kontrolê li rojhilat û başûrê navçeya Amûdê.

Gundê Tawîle yê rojavayê navçeya Til Temirê ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê.

2 malên welatiyên Hekîm Hac Bekir û Eşref El Kiya li navçeya Dirbêsiyê ya bajarê Hesekê.

 Cih û navendên navborî gelek caran hatin bombebarankirin.

Di êrişên roja duyemîn de windahiyên canî tune bûn.

(şx)

ANHA