25 jin fêrî bikaranîna çekan dibin

Li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bi beşdariya 25 jinan dewreyeke perwerdeyê ya bikaranîna çekan hatiye birêxistinkirin.

25 jin fêrî bikaranîna çekan dibin
25 jin fêrî bikaranîna çekan dibin
25 jin fêrî bikaranîna çekan dibin
25 jin fêrî bikaranîna çekan dibin
25 jin fêrî bikaranîna çekan dibin
25 jin fêrî bikaranîna çekan dibin
25 jin fêrî bikaranîna çekan dibin
25 jin fêrî bikaranîna çekan dibin
25 jin fêrî bikaranîna çekan dibin
25 jin fêrî bikaranîna çekan dibin
25 jin fêrî bikaranîna çekan dibin
4 ÇILE, 2025   14:56
HESEKÊ

Bi zêdebûna êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk seferberiya giştî îlan kiribû.

Di vê çarçoveyê de rêxistina Kongra Star a bajarê Til Temirê dewreyeke perwerdeyê ya fêrkirina bikaranîna çekan vekir. 25 jin beşdarî perwerdeyê bûn ku ji aliyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ve tê birêvebirin.

Rêvebera Kongra Star a Til Temirê Nûhad Şindî der barê mijdarê de got: "Dewreya perwerdeyê di çarçoveya amadekariyên şêniyên ên parastina herêmên xwe ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de hatiye birêxistinkirin. Di heman demê ji bo piştevaniya QSD û YPJˈê hatiye vekirin ku derbên giran li dagirkeran û çeteyan dixin."

(bb)

ANHA