43 welatan li ser avakirina hevpeymaniya ewlehiya deryayî li hev kirin

43 welatan bi armanca xurtkirina tevkariyê di warê parastina deryayî û ewlehiya navîgasyonê ji gefan de li ser avakirina hevpeymaniyek li hev kirin.

43 welatan li ser avakirina hevpeymaniya ewlehiya deryayî li hev kirin
30 tîrmeh, 2026   21:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastina ya Erebistana Siûdî der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê civînek bi beşdariya fermandar û nûnerên 43 welatên, tevî nûnerên Yekitiya Ewropayê hat lidarxistin.

Hate destnîşankirin ku civîn bi armanca xurtkirina tevkariyê di warê ewlehiya rêyên navneteweyî yên deryayî de û rêbazên bersivandina gefên li ser ewlehiya navîgasyonê û bazirganiya cîhanê hat lidarxistin.

Wezaretê daxuyand ku di civînê de gefên li ser ewlehiya deryayan, keştiyên bazirganî, barhilgirên petrolê û binesaziya deryayî, her wiha rêbazên xurtkirina tevkariyê di warê parastina deryayan de hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, "Beşdaran reşnivîsa hevpeymaniyê, avahiya wê ya rêxistinî, rêkeftinên li ser rêvebirin û kontrolê, dîsan mekanîzmayên xebata siberojê nîqaş kirin. Armanc ew e ku çarçoveyek sazûmanî ya bi bandor ji bo hevkariyê li hemberî metirsiyên hevpar ên deryayî de were avakirin. Ev çarçove jî herêmên wekî Bab El Mendeb, deryaya Sor û kendava Edenê dihewîne."

Wezaretê diyar kir ku beşdaran li ser temamkirina prosedurên damezrandinê wekî forma dawîn ya peymana hevpeymaniyê, temamkirina avahiyên rêxistinî û amadekariyên teknîkî yên pêwîst li hev kirin.

Hate ragihandin ku di dawiya civînê de Erebistana Siûdî, Kuweyt, Behrêyn, Qeter, Urdun, Misir, Pakistan, Tirkiye, Cîbûtî, Somalî, Bangladeş, Yemen û Komorê jî di nav de 14 welatan daxuyaniyek hevbeş dan û piştgiriya xwe bi hevpeymaniyê re ragihandin. Her wiha hate gotin, deriyê beşdariyê li pêşiya welatên din vekirî ye.

(bb)