4 ciwanên ku li Efrînê hatibûn girtin serbest hatin berdan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hikumeta demkî ya Sûriyeyê 4 ciwanên ji Efrînê piştî ku ew girtibûn, serbest berdan.

4 ciwanên ku li Efrînê hatibûn girtin serbest hatin berdan
15 nîsan, 2026   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ragihand ku 4 ciwanên ku di nava koma sêyemîn a şêniyên Efrînê yên koçber de vegeriyabûn bajarê xwe û di dema vegerê de ji hêla hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve hatibûn girtin, serbest hatine berdan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hikumeta demkî, roja Sêşemê 4 ciwanên ku di nava koma sêyemîn a koçberên Efrînê de vegeriyabûn malên xwe, girtibûn.

(k)