Li Amûdê ji bo serbestberdana dîlgirtiyan xwepêşandan hat lidarxistin

Bi sedan malbatên dîlgirtiyan û şêniyên Amûdê ji bo berdana dîlgirtiyên ku ji aliyê hikumeta demkî ve hatine girtin, daketin kolanan.

Li Amûdê ji bo serbestberdana dîlgirtiyan xwepêşandan hat lidarxistin
Li Amûdê ji bo serbestberdana dîlgirtiyan xwepêşandan hat lidarxistin
Li Amûdê ji bo serbestberdana dîlgirtiyan xwepêşandan hat lidarxistin
Li Amûdê ji bo serbestberdana dîlgirtiyan xwepêşandan hat lidarxistin
Li Amûdê ji bo serbestberdana dîlgirtiyan xwepêşandan hat lidarxistin
Li Amûdê ji bo serbestberdana dîlgirtiyan xwepêşandan hat lidarxistin
Li Amûdê ji bo serbestberdana dîlgirtiyan xwepêşandan hat lidarxistin
Li Amûdê ji bo serbestberdana dîlgirtiyan xwepêşandan hat lidarxistin
15 nîsan, 2026   13:33
QAMİŞLO

Li bajarê Amûdê, malbat û hevalên dîlgirtiyan xwepêşandanek li dar xist û daxwaza berdana dîlgirtiyên ku ji aliyê hikumeta demkî ve hatine girtin, kir.

Xwepêşandan li Qada Şehîd Cîhad a li bazara bajêr dest pê kir. Beşdaran dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Em dîlgirtiyên xwe dixwazin", "Em şervanên xwe dixwazin" û "Bi can û xwînê, em ê dîlgirtiyên xwe rizgar bikin" qîr kiri û wêneyên dîlgirtiyan bilind kirin.

Dema ku xwepêşander gihaştin navenda bajêr, çalakvan Egîd Îbrahîm daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ciwanên me yên ku di zindanên hikûmeta demkî de girtî ne, ew kesên ku li dijî terorîzma DAIŞ`ê rawestiyan û erkê xwe yê exlaqî û mirovî yê parastina herêm û cîhanê bi cih anîn. Ev xort û keçên ciwan, bi nasnameya xwe ya Kurd a cuda, di nav yên pêşîn de bûn ku li dijî rejîma Baasê rawestiyan. Em Kurd di berxwedana li dijî dîktatorî, rejîmên zordar û rêxistinên terorîst de pêşeng bûn.”

Di daxuyaniyê de ji hikumeta demkî hat xwestin ku tavilê dîlgirtiyan serbest berde û ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk hat xwestin ku ji bo berbestberdana wan bixebite.

(k)