Li Qamişloyê 5 şehîd oxir kirin, merasîma xiyabî ji bo 3 şehîdan li dar xistin

Bi sedan şêniyên Qamişloyê cenazeyên 5 şehîdên QSD'ê oxir kirin û merasîmeke xiyabî ya 3 şehîdan li dar xist.

15 nîsan, 2026   14:26
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişloyê cenazeyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Rizgariya Efrînê Şervan Qamişlo (Rizgar Hesen), Aram Qamişlo (Mihemed Xelef), Elî Ereb (Elî Hisên), Şahîn Qamişlo (Egîd Silêman), Qerar Efrîn (Henan Ebdo) ku di navbera 8-26’ê Çileyê de li deverên cuda şehîd ketine, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê spartin axê. Her wiha ji bo şehîd Zinar Şikato (Omer Elûş), Zagros Botan (Elî Bîlal), Dilşêr (Bangîn Elîko) merasîma xiyabî li dar xistin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima El Casim axivî û got: “Em bejna xwe li hember şehîdên xwe ditewînin, van şehîdan ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir. Em jî soz didin ku li ser şopa şehîdên xwe bin."

Li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Danî Mihemed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Destkeftiyên me yên îro bi saya şehîdên me pêk hatine, van şehîdan ji bo gel û axa xwe canê xwe feda kir. Emê soza xwe nû bikin û li ser şopa wan bimeşin, ji ber şehîdên me hêzên me ne.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer axivî û got:"Şehîdên me em ji qirkirineke mezin rizgar kirin. Her çiqas dijmin hewil dide îradeya gelê kurd bişkîne lê şehîdên me ji me re ispat kirin ku bi berxwedaniyê emê hebûna xwe biparêzin."

Cenazeyên şehîdan bi diruşmên “Şehîd namirin” spartin axê.

ANHA