3`yemîn Festîvala Şehîd Hogir bi dawî bû

 Yekîtiya Xwendekaran a Kantona Cizîrê Festîvala Şehîd Hogir a 3`yemîn bi tevlîbûna sedan xwendekarên zanîngeh, peymangeh û dibistanên amadayî yên bajarê Qamişloyê bi xelatkirina komên serkeftî bi dawî bû.

1 mijdar, 2024   18:52
Qamişlo

Yekîtiya Xwendekaran a Kantona Cizîrê bi tevlîbûna sedan xwendekarên Kantona Cizîrê, li Stadyuma Eysem Kiço ya bajarê Qamişloyê Festîvala Şehîd Hogir a 3`yemîn vê sibê dest pê kir.

Bernameya festîvalê bi tevlîbûna gelek kom, tîm û kesên ku cihê xwe di beşên pêşbirkên hunerî û werzîşî de digirtin bi rê ve çû.

Di pêşbirka hunerî de;

Ji Pêşbirka Zanistî, Mûzîk, Govend, Helbest, Şano û Wênexêzî re cîh hat dayîn.

Di beşa pêşbirka Werzîşî de jî;

Ji Futbol, Bez, Pînpon, Voleybol û Kişikê re cîh hat dayîn.

Di pêşbirka Zanistî de; Dibistana Şehîd Jîr Qamişlo bû yekem, Zanîngeha Rojava Beşa Zanînên Siyasî bû duyem û Dibistana Şehîd Dilxwaz bû sêyemîn.

Di pêşbirka Mûzîkê de; Koma Dibistana Şehîd Gavar bû yekem, Koma Şehîd Rozan Cudî bû duyemîn û Dibistana Şehîd Jîr Qamişlo bû sêyemîn.

Di beşa Helbestan de; Hirîvan Elî bû yekemîn, Rozîn Doda bû duyemîn û Yanî. Ocalan Badînî bû sêyemîn.

Di pêşbirka Şanoyê de; Koma Şehîd Mizgîn bi ser ket.

Di pêşbirka Wênexêzî de; Ehmed Şêxo bû yekem, Emîna Mihemedîn bû duyem û Şeynaz Çilaxa bû sêyemîn.

Di pêşbirka Futbolê de;  Tîma Futbolê ya Peymangeha Hesekê ya Werzîşê bû yekem û Tîma Futbolê ya Dibistana Şehîd Gabar bû duyemîn.

Di pêşbirka Futbolê ya Xweser de jî; Tîma Futbolê a Dibistana Şehîd Jîr Qamişlo bû yekemîn.

Di pêşbirka Bezê de; Biyar Mihemed bû yekem, Zîbar Heval bû duyem û Ciwan Temo bû sêyemîn.

Di bazdana Xweser de jî; Hîma Hesen bû yekem, Sîlva Mihemed bû duyem û Sîdra Sêlo bû sêyemîn.

Di pêşbirka Pînponê de; Rodî Xalid bû yekem, Mihemed Fayid bû duyem û Meho Dibo bû sêyemîn.

Di pêşbirka Voleybolê de; Tîma Peymangeha Amadekirina Mamosteyan û Tîma Xweser a Şehîd Gabar bi ser ketin.

Di pêşbirka Kişikê de; Elî Mehmûd bû yekemîn û Xelîl Ebdo jî bû duyemîn.

Festîval bi dayîna xelatan bi dawî bû.

Di festîvalê de gelek caran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û dirûşmên; “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

(bm/şx)

ANHA