Lavrov: Em li ber şerekî leşkerî ya rasterast bi Amerîkayê re ne

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku serokê Amerîkayê bahoza tirsê ji Rûsyayê li Amerîkayê gihandiye asta herî bilind. Lavrov diyar kir ku Amerîka û Rûsya bi bîstekê li ber şerekî leşkerî yê rasterast in.

Lavrov: Em li ber şerekî leşkerî ya rasterast bi Amerîkayê re ne
1 mijdar, 2024   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyivînekê de ku rojnameyeke tirkî îro weşandibû, diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsya li ber şerekî leşkerî yê rasterast in û got: "Di serdema rêveberiya Joe Biden de di Amerîkayê de tirsa ji Rûsyayê gihandiye astên herî bilind."

Lavrov wiha domand: "Em kesî ji kesî baştir nabînin. li gorî rêveberiyên din Di serdema Trump de rêveberiya Amerîkayê ya herî zêde ceza li dijî Rûsyayê biriye."

Lavrov di dawiya axaftina xwe de got: "Encama hilbijartinan çi be jî, bi nêrîna me, rêça dijberiyê li dijî Rûsyayê, li Amerîkayê nayê guhartin."

(mh/şx)