1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bû rojeva semînerekê li Silêmaniyê

Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê semînerek da.

1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bû rojeva semînerekê li Silêmaniyê
1 mijdar, 2024   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê îro li bajarê Silêmaniyê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê di bin navê ‘Berxwedana Kobanê û bandorên wê yên li ser pêşeroja gelê Kurd’ bi beşdariya endamên partiyên siyasî, xelkê Kobanê û Rojavayê Kurdistanê semînerek lidar xist.

Semîner ji aliyê Endamê Desteya Rêveber ya Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Başûrê Kurdistanê Fethullah Huseynî ve Nûnera Kongra Star ya Başûrê Kurdistanê Roza Hesen ve hate dayîn.

Fethullah Huseynî di semînerê de 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê di serî de li gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz yên cîhanê pîroz kir, rola gelê Kurd ya di berxwedana dîrokî ya Kobanê û alîkariya Başûrê Kurdistanê ya ji bo berxwedana Kobanê û serkeftina wê ya dîrokî nirxand.

Di semînerê de siyasetmedarê Kurd ê navdar Mihemed Emîn Pênciwînî axivî û got; “Berxwedana Kobanê xistina meriyetê ya ruhê fikrên Rêber Ocalan’e. Piştî berxwedana rizgarkirina Kobanê, tezên Abdullah Ocalan di zanîngehên Ewropayê de têne xwendin ku ji wan jî wek zanîngehên leşkerî yên NATO’yê ku min bi xwe di vê derbarê de lêkolîn li ser kiriye.”

Parlamenterê berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şêrko Emîn jî di axaftina xwe ya di semînerê de 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li tevayî gelê Kurd pîroz kir û got; “Em jî beşek ji wan xebat û têkoşîna ku li Bakur, Rojava û Rojhilatê tê kirinîn. Divê em bikaribin yekîtiya xwe ya netewî pêk bînîn. Sira serkeftina berxwedana Kobanê jin bûn ku di serkeftina şerê rizgarkirina Kobanê de xwedî pareke mezin bûn. Ev jî bû sedem ku li gel zanîngeh û enstîtuyên navnetewî lêkolîn li ser jinên Kurd û zanista jîneolojiyê were kirin.”

Semînervan û Nûnera Kongra Star ya Başûrê Kurdistanê Roza Hesen jî di semînerê de ev tişt gotin; “Ev roja 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovatiyê rojeke gelek girînge. 1’ê Mijdarê di qada navnetewî û cîhanê de bû roja şervanên gelê Kurd. Bi taybet jî şehîdên YPG û YPJ’ê bûn sedema şikandina çeteyên DAIŞ’ê. Bi berxwedana xwe û fedakirina canê xwe ji xaka xwe ya pîroz Kobanê re, berxwedan, serkeftin û azadî weke çareseriya pirsgirêka Kurd û gelên Rojhilata Navîn îspat kirin.”

(mh)