Li Bedlisê 19 kes hatin binçavkirin

Li Bakurê Kurdistanê ya Bajarê Bedlisê navçeyên gundên girêdayî Xîzan û Tetwanê bi ser gelek malan de hate girtin û gelek welatî hatin binçavkirin.

Li Bedlisê 19 kes hatin binçavkirin
28 mijdar 2023   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê de îro li Bajarê Bedlisê navçeyên gundên Xîzan û Tetwanê leşker û polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de 19 kes hatin binçavkirin. 

Hat zanîn ku di serdegirtinên gundê Gulpik ê Xizanê de 15 kes, li gundê Peyandes ê Tetwanê jî ji heman malbatê 4 kes hatine binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.

Hat diyarkirin ku ji bo dosyayê biryara nepeniyê hatiye dayîn û serdegirtinên malan hêj didomin.