Şehîd Andok, Ciwan û Botan li Şehbayê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şehîd Andok Adil, şehîd Ciwan Welat û şehîd Botan Raperîn merasîmeke bibîranînê li dar xist.

28 mijdar 2023   13:20
ŞEHBA

Meclisa Mealbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo bîranîna gerîlayên HPG′ê şehîd Andok Adil (Remedan Bîlal), şehîd Botan Raperîn (Saît Songulap) û şehîd Ciwan Welat (Fatîh Bulut) ku 20′ê Mijdarê li herêma Zapê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, merasîmek li dar xist.

Merasîm li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bi beşdarbûna bi dehan koçberên ji Efrînê û şêniyên Şehbayê li dar ket.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sûreye Hebeş got: “Bi vîneke mezin têkoşîn li çiyayên Kurdistanê meşandin û li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker tu carî teslimeyet qebûl nekirin. Em jî soza şopandina rêya şehîdan didin.”

Dûre li ser navê malbatên şehîdan Mihemed Nor axivî û wiha got: “Şehîd Andok bi xwendina pirtûkên Rêber Apo biryara xwe da û tev li nava refên gerîla bû. Biryara wî ya tevlêbûnê û şehadeta wî ji bo me serbilindiyek e. Em soz didin tevahî şehîdên xwe ku em ê şopdarên rêya wan bin.”

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

)zş)

ANHA