3 endamên Heşdî Şabî hatin kuştin

Desteya Heşdî Şeebî ragihand ku sê endamên wan di êrişek li Teleferê de hatine kuştin ku yek ji wan fermandar bû.

3 endamên Heşdî Şabî hatin kuştin
2 nîsan, 2026   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Heşdî Şeebî ragihand ku di êrişa duh ya li ser baregeha lîwaya 53 ya hêzên Heşdî Şeebî ya li Telefer a ser bi parêzgeha Nînowayê de, 3 çekdarên Heşdî Şeebî hatin kuştin.

Hate diyarkirin ku yek ji çekdarên mirîn, fermandarê fewca Mexawîr ya lîwayê Yasîn Mihemed Sadiq bi nasnav Ebû Teha Turkmenî bû.