24 saet, 8 kuştî, 4 birîndar

Hate zanîn ku di 24 saetên dawîn de li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn.

24 saet, 8 kuştî, 4 birîndar
3 hezîran, 2024   16:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di 24 saetên dawîn de di encama şer û tevliheviya ku li herêmên hikumeta Şamê de rû didin de 7 kesan jiyana xwe ji dest da. SOHR diyar kir ku girtiyek jî ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest.

SOHR’ê der barê mijarê de ev agahî dan; li bajarokê Beka yê başûrê rojavayê Siwêdayê kesekî nenas rasteresat gule reşand, di encamê de welatiyekî 40 salî jiyana xwe ji dest da.

Li gundewarê Safîta yê Tertûsê welatiyek di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da.

Li devera Mezê ya Şamê welatiyekî 35 salî bi alaveke tûj hat kuştin.

Li ser rêya Humis-Selemiyê, nêzî gundê Til Umerî yê bakurê Humsê di encama teqîna tankereke sotmeniyê de ajorek û alîkarê wî jiyana xwe ji dest da.

Li kolana Mihwerî ya bajarê Siwêdayê du komên ciwanan ku bi hev ketin çek bi kar anîn, di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Welatiyek ku ji 20’ê Mijdara 2011’an ve di girtîgeha Seydnayayê de hatiye ragirtin, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

Li gundewarê bakurê Derayê şer çêbû, di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û yekî din birîndar bû.

Li gundê Um Sîran ê başûrê Humisê jineke 50 salî di mala wê de hat kuştin.

Li bajarê Dêrazorê ji ber teqîna mayînekê zarokekî 10 salî birîndar bû.

(bb)