Li Holê ji bo mexdûrên Lubnanê alîkarî tên komkirin
Meclisa bajarê Holê însiyatîfek ji bo komkirina alîkariyan ji bo welatiyên Sûriyeyê û yên Lubnanê yên ku ji Lubnanê gihîştine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dest pê kir.
Di çarçoveya hemleya Heyva Sor a Kurd a destekdayîna kesên ku ji Lubnanê gihîştine herêmê de, Meclisa bajarê Holê yê kantona Cizîrê konek ji bo komkirina alîkariyan ji bo welatiyên Sûriyeyê û yên Lubnanê yên ku ji Lubnanê gihîştine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vegirt.
Şênî bi rêjeyeke baş tev li însiyatîfê bûn û alîkarî dan.
Endamê Komîteya Amadekar ê konê alîkariyan Ebid El Mihemed diyar kir ku ev kon hevgirtina şêniyan bi welatiyên ku ji Lubnanê hatine, nîşan dide.
Di 2'yê Cotmehê de Heyva Sor a Kurd destpêkirina hemleya komkirina alîkariyan ji bo mexdûrên Sûriyeyî û Lubnanî yên ku ji Lubnanê gihîştine herêmê, ragihand.
Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê di 24'ê Îlonê de Komîteya Şopandina Karûbarên Penaberên Sûriyeyê yên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û dixwazin vegerin, damezirand.
Heta îro Rêveberiya Xweser pêşwaziya 18 hezar û 875 kesan kiriye. Hîn jî pêla vegerê didome.
(mh)
ANHA