Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elî El Esaf hat oxirkirin

Xelkê kantona Tebqayê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elî Mihemed El Esaf oxir kir.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elî El Esaf hat oxirkirin
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elî El Esaf hat oxirkirin
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elî El Esaf hat oxirkirin
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elî El Esaf hat oxirkirin
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elî El Esaf hat oxirkirin
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elî El Esaf hat oxirkirin
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elî El Esaf hat oxirkirin
7 mijdar 2024   16:41
TEBQA

Xelkê kantona Tebqa, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên girêdayî wê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, Rêxistinên Civaka Demokratîk û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê di merasîma oxirkirina şervanên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elî El Esaf de beşdar bûn. Elî El Esaf di 5ˋê Mijdarê de li bajarokê Eyn Îsayê şehîd şehîd bû.

Di merasîmê de fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê ya Herêma Firatê Ehmed Tebqa axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin. Dewleta Tirk a dagirker hîna hewl dide împaratoriya xwe ya Osmanî vegerîne. Di vê dema dawî de vê dagirkeriyê bi hemû rê û rêbazan hewl dide derbeyê li projeya neteweya demokratîk bixe."

Ehmed Tebqa soz da malbatên şehîdan û wiha berdewamî da axaftina xwe: "Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin, xwedî li fikra Rêber Abdullah Ocalan derkevin ku projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan temam bikin."

Hevserokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqa Ehmed El Xelef jî got: "Em ji vî cihî pîroz ve şehîdekî din ku di oxira rêça ronahî û azadiyê de şehîd bû oxir dikin. Em soza xwe nû dikin ku em li ser rêça wan in. Em ê destkeftiyên wan biparêzin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA