Li Efrînê îşkence li welatiyekî hat kirin

Li gundewarê Efrînê çekdaran gule li welatiyek barandin û piştre îşkence lê kir. Li kêlek wê jî malbatên çeteyan ên li Efrînê bi cih bûne zeytûnan didizin.

Li Efrînê îşkence li welatiyekî hat kirin
8 cotmeh, 2025   22:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriye ragihand ku welatî Mihemed Cankîr Dîko (37) ê ji gundê Qasim ê bajarê Raco yê Efrînê, şeva sêşemê (7 Cotmeh 2025) dema ku ji karê xwe yê kolandina bîreke avê li baxçeyê zeytûnan a li nêzî gundê Çeqelmeyê vedigeriya, çekdaran gule lê reşandin.

Rêxistinê diyar kir ku dema Mihemed dît ku 2 kes li nava baxçeyekê zeytûnan didizîn, çekdaran gule lê erebeya wî reşand û erebe sekinandin. Çekdaran ew ji erebeyê daxistin û li wî dan. Niha ew di nexweşxaneyek Efrînê de di beşa lênêrîna giran de ye.

Rêxistinê da zanîn ku bi awayekî aşkera jinên malbatên çeteyan ên li gundê Kurzêlê bi cih bûne zeytûnên welatiyên gund didizin. Lê tu aliyên ewlehiyê destwerdanê nakin.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku li gel giliyên dubare yên şêniyên gund, lê ew diz di bendên kontrolê re derbas dibin û kesên li bendê dengê xwe nakin.

Li gorî malpera "Afrin Now", zêdetirî 15 jin û zarokên wan ên li Efrînê bi cih bûne sibeha îro bi nava zeviyên gundê Kurzêlê ketin û mîqdarek mezin a zeytûnan dizîn û derxistin derveyî gund.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriye di daxuyaniya xwe de bang li aliyên berpirs kir ku van binpêkirinên berdewam ên li dijî sivîlan û talankirina milkên wan bidawî bikin û hesab ji kesên destên wan di îşkenceya dijî welatiyan û diziya mal û milkên wan de heye bixwazin.

(ac/fr)

ANHA