Depoyeke çekan a nêzî baregeha Rûsyayê hat teqandin

Hate ragihandin ku li nêzî baregeha Himêmîm a Rûsyayê depoyeke çekan hat teqandin.

Depoyeke çekan a nêzî baregeha Rûsyayê hat teqandin
3 cotmeh, 2024   10:53
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên bêmirov ên biçek li bajarê Ceblê yê li gundewarên Laziqiyeyê depoyeke teqemeniyê bombebaran kir. SOHR’ê da zanîn ku bombebaran nêzî baregeha hewayî ya Himêmîm a Rûsyayê pêk hat û di encamê de depo wêran bû, dengê teqînan heya mesafyeke dûr hat bihîstin.

Li gorî SOHR’ê, hêzên parastina hewayî bersiva êrişan daye.

SOHR’ê ragihand ku dibe ku balafir ên Îsraîlê bin.

(bb)