Awusturalya dîsa qebûl nekir welatiyên ku tevlî DAIŞ`ê bûne ji Sûriyeyê vegerîne

Hikûmeta Awusturalyayê careke din qebûl nekir ku 34 jin û zarok ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê vegerîne.

Awusturalya dîsa qebûl nekir welatiyên ku tevlî DAIŞ`ê bûne ji Sûriyeyê vegerîne
22 sibat, 2026   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikûmeta Awusturalyayê careke din qebûl nekir ku welatiyên xwe yên ku tevlî DAIŞ`ê bûne ji kampa Roj a li bakurê rojhilatê Sûriyeyê vegerîne. Hikumetê diyar kir ku ji bo vegerandina wan tu gav nayên avêtin.

Wezîrê Karên Hundirîn ê Awusturalyayê Tony Burke diyar kir ku ji bo vegerandina vê komê tu xebat tune ye.

Serokwezîr Anthony Albanese berê diyar kiribû ku hikumeta wî dê alîkariya vegerandina wan neke.

Mijara vegerandina malbatên DAIŞ`ê li Awusturalyayê mijarek siyasî ya hestyar e, bi taybet piştî hatina partiya "Yek Netew" ya rastgir a li dijî koçberiyê bi serokatiya Pauline Hanson, li ser hikumetê.

DAIŞ`ê li Awusturalyayê wekî rêxistineke terorîst tê destnîşankirin û cezayê heta 25 sal girtîgehê li endamên wên tê birîn. Eer were dîtin ku welatiyek tevlî DAIŞ’ê bûye, hikumet dikare hemwelatîbûna wî betal bike.

(k)