Koordînasyona Jinan banga pêkanîna Peymana CEDAW′yê kir

Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga pêkanîna Peymana CEDAW û biryarên 1325 û 1820 ên Neteweyên Yekbûyî yên parastina mafên jinan kir.

Koordînasyona Jinan banga pêkanîna Peymana CEDAW′yê kir
21 îlon, 2023   14:13

 

Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser êş û azarên ku jinên sûriyeyî dikişînin û sûcên ku li dijî wan têne kirin, daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Rêveber a li bajarê Reqayê ji aliyê Seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, şer û pevçûnên li Sûriyeyê rû didin di tevahî qadan de; siyasî, civakî, aborî û qanûnî de bandoreke neyinî li jinan kir.

Her wiha hate diyarkirin ku ji 12 salên aloziya Sûriyeyê ve êş û azarên jinan hîna berdewam dikin û wiha hat domandin: "Li gel desthilata rejîma Sûriyeyê, rola jinan tê biçûkxistin, azadiya wan tê binpêkirin û sûcên giran li ser wan têne kirin. Desthilata rejîma Sûriyeyê bi rêya qanûna rewşên kesayetî temsîla rasteqîn a jinan di hemû qadên jiyanê de betal kir, mafên wan ên rewa ji dest wê dan. Bi taybetî li herêmên ku ji aliyê dewlet aTirk ve hatine dagirkirin, li hemberî jinan sûcên herî giran, wekî qetilkirin, destdirêjî, revandin, koçberkirin û sûcên qirkirinê têne kirin. "

Di daxuyaniyê de îşaret bi rewşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hate kirin û ev tişt hatin gotin: "Di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jinan êş veguherandin berxwedaneke dîrokî û îradeyeke rêxistinî ya xurt. Jinan têkoşîna xwe li hemberî zîhniyeta baviksalar a dagirker berdewam kir û pergala hevserokatiyê ava kir. Jinan  di hemû qad û astan de temsîleke xwe ya adil pêk anî. Her wiha yekrêziya xwe xurt kir bû bingeha sereke ya veguhertina dîrokî."

Di daxuyaniyê de, ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê di navbera jin û mêr de, ji bo sepandina peymana CEDAW û biryarên 1325 û 1820 ên Neteweyên Yekbûyî, her wiha ji bo têkbirina hemû cûreyên cudekarî û tundiyê ev bang hat kirin: "Kedeke mezin û destekek têrker ji me tê xwest da ku xwedî li van biryaran derkevin û li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bînin, ku ji aloziya Sûriyeyê re bibe çareseriya herî guncaw. Ji vir ve em ê dest pê bikin da ku beşdarbûn û temsîla jinên Sûriyeyê di rêgeha diyalogan, proseya siyasî, sazkirina destûreke adilane ji bo Sûriyeyê de werin mîsogerkirin. Her wih da ku sîstemeke  taybet ji bo jinan bê avakirin ku jin tê de bingeha avakirina civak û kesayeta azad a pêşeng di avakirina aştiyeke mayînde li Sûriyeyê de be."

(bb)

ANHA