Meclisa Leşkerî ya Minbicê: 9 çete hatin kuştin û 11 birîndar bûn

Meclisa Leşkerî ya Minbicê aşkera kir ku di bersivandina êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundewarê Minbicê de, 9 çete hatin kuştin û 11 birîndar bûn.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: 9 çete hatin kuştin û 11 birîndar bûn
7 îlon, 2023   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û bersivandina hêzên wê li hember wan êrişan, daxuyaniyek weşand.

Meclisê di daxuyaniyê de aşkera kir ku 9 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin û 11 birîndar bûne û gelek çek û cebilxane desteser kirine.

Hêzê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: “Ji çend rojan ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemwextî destpêkirina operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` ya ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li gundewarê Dêrazorê ragihandiye, bi dijwarî êriş bakur û rojavayê Minbicê dikin.

Duh û heta vê sibê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek caran êriş xeta Sacûrê kir. Malên sivîlan, bendên leşkerî yên hêzên me bi çekên giran kirin hedef. Herî zêde êriş li ser gundê Ereb Hesen bûn.

Şervanên me bersiv dan wan êrişan, tevahî wan êriş têk birin û windahiyên mezin li çeteyan kirin. Herî kêm 9 çete hatin kuştin û 11 din birîndar bûn. Hêzên me gelek çek û cebilxane desteser kirin. Her wiha çete reviyan.

Em soz didin gelê xwe ku tola wan êrişan hilînin. Em ji gelê xwe re destnîşan dikin ku xebatên me ji bo parastina ewlehiya herêmê û têkbirina tevahî êrişan berdewam in.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, dixwaze alîkariya çeteyên DAIŞ`ê bikin. Hin çeteyên ku nîşaneyên rêxistina terorîst hildane, hatin dîtin. Her wiha armanc dikin ku operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` asteng bikin. Ji bo wê êriş seranserî eniyên şer ên bi hêzên me û QSD`ê re li Minbic, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê dikin. Lê bersiva van êrişan hate dayîn, dagirkeriyê nekarî tu pêşketinekê bi dest bixe tenê windahiyên mezin lê bûn.”

(şx)

ANHA