​​​​​​​`Divê em bi şev û roj kar bikin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin`

Welatiyên ji navçeya Tirbespiyê destnîşan kirin ku ramanên rizgariyê yên Rêber Abdullah Ocalan ne li gor siyasetên pergalên serdest in ku li ser kuştin, wêraniyê û înkarkirina gelan ava bûne. Ji ber wê banga meşandina têkoşînê ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

​​​​​​​`Divê em bi şev û roj kar bikin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin`
4 îlon 2023   23:36
QAMIŞLO-CÎHAN SILÊMAN

Bertekên li hember girankirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtinê bi malbat û parêzeran re, ji aliyê dewleta Tirk ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zêde dibin. Ji 25`ê Adara 2021`an ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Welatiyên ji navçeya Tirbespiyê destnîşan kirin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, divê bi şev û roj têkoşînê bikin.

Welatiya bi navê Fehîme Temo got: “Dewleta Tirk a dagirker, dewleteke xwînmij e. Li ser bingeha şeran, wêraniyê, qirkirina gelan û dagirkirina axa wan ava bûye. Tecrîda li ser Rêberê me ferz dike, cezayên dîsplînê yên lê dibire, ji ber tirsa xwe ya ji ramanên wî ne ku banga azadiya gelên bindest û aştiyê dikin.”

Fehîme diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan gelek bandor lê kiriye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Me xilasiya xwe ji zulm û koletiyê, zihniyeta pergalên zordest, tê de dît.”

Fehîme bang li jinan kir ku cih û mafên xwe vegerin divê têkoşînê mezin bikin û got: “Ji bo parastina destkeftiyên şehîdan, têkoşîn û berxwedana me berdewam e. Em dê hewl bidin ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan belav bikin û wî di nav xwe de azad bibînin.”

Welatiya bi navê Şaha El Keno jî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan jin ji avzêya koletiyê derxist û got: “Dewleta Tirk a dagirker, naxwaze ramanên rizgariyê yên Rêber Abdullah Ocalan bigihêjin civakê ji ber wê, tecrîdê lê giran dike.”

 Lê Şaha anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker nikare bigihêje vê armancê, ji ber ku êdî ramana Rêber Abdullah Ocalan di demarên wan de ne.

Welatiya bi navê Lama Mihemed jî hevkariya navneteweyî û bêdengiya wê li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, xemsariya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî û nebicihanîna berpirsyariyên xwe li hember Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Welatiya bi navê Dîlber Namo jî balkişand ser ramana Rêber Abdullah Ocalan ku jin ji zihniyeta baviksalarî rizgar kir û got: “Divê em bi şev û roj kar bikin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.”

(şx)

ANHA