Civîna li Qahîreyê ya der barê Sûriyeyê de rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa rewşa Sûriyeyê, rêveçûna normalîzekirina têkiliyên Îsraîl-Siûdiyê û rewşa li Nîjerê kir.

Civîna li Qahîreyê ya der barê Sûriyeyê de rojeva rojnameyên erebî ye
15 tebax, 2023   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Beyan di nûçeyeke xwe de behsa Komîteya Peywendiyan a Erebî ya têkildarî Sûriyeyê kir ku dê îro li Qahîreyê civînekê li dar bixe.

Rojnameyê di nûçeya xwe de wiha ragihand: “Ev civîn li gel tevgerên herêmî û navneteweyî yên der barê Sûriyeyê de û li gel negihaştina nêrîneke aşkera ji çareseriya siyasî re, her wiha di çarçoveya pêkanîna daxuyaniya civîna Emanê û aktîfkirina rola Sûriyeyê di Komkara Erebî de, li dar dikeve.”

Li gorî rojnameyê, hevdîtina li Qahîreyê dê ji bo birêxistinkirina têkiliyên Ereban bi taybet, têkiliyên bi Sûriyeyê re gaveke girîng be, nemaze ku Şamê ji ber cezayên Amerîkayê di nava aloziyeke aborî de ye. Mekanîzmayên pêkanîna encamnameya civîna Emanê dê rojeva sereke ya civînê be. Tê texmînkirin ku komîteyên nirxandin û şopandina encamnameyên Emanê hebin.”

′DI NAVBERA RIYAD Û TIL AVÎVÊ DE NORMALÎZEKIRIN′

Rojnameya El Ereb li ser zimanê şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê Tzachi Hanegbi ragihand ku Hanegbi li ser rêveçûna normalîzekirina têkiliyan a di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de got pêşketinên mezin di diyalogên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Erebistana Siûdî de li ser lihevkirineke giştî ya normalîzekirina bi Til Avîvê re hene.

Rojnameya El Ereb daxuyaniyên berpirsê Îsraîlê ên têkildarî erkdarkirina balyozekî Siûdî li Urdinê Nayif Bin Bender El Sedêrî bi bîr xistin û wiha nivîsand: “Ev gav beriya lihevkirina bendewar a di navbera DYA û Siûdî de ye."

′OPERASYONEKE LEŞKERÎ LI NÎJERÊ ZEHMET E′

Der barê rewşa Nîjerê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsand: “Di demekê de koma aborî ya dewletên rojavayê Afrîkayê girîngî da diyalogên ji bo çareseriya li Nîjerê, dê li beramber wê yekê li dijî derbekaran destwerdana leşkerî erê kir. Lê pispor jî li ser pêkanîna opersyoneke leşkerî bi guman in û bi xetereyeke mezin wesif dikin."

(fr)