Normalîzekirina têkiliyên Misir-Îranê hêdî dimeşe

Normalîzekirina Misir û Îranê hinekî dereng pê de diçe. Ev nîşan dide ku pêkanîna lihevkirinan di pratîkê de rûbirûyî gelek astengiyan e. Gelo sedemên vê yekê çi ne?

Normalîzekirina têkiliyên Misir-Îranê hêdî dimeşe
15 tebax, 2023   07:35
QAHÎRE - MUHSIN EL MISRÎ

Di Adara borî de behsa vegerandina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de bi navbeynkariya Çînê hate kirin. Bi wê re di gelek raporan de hate gotin, ji bo normalîzekirina têkiliyan di navbera Qahîre û Tehranê de gelek tevger û navbeynkarî hene.

Di 29’ê Gulanê de murşîdê peyabilind ê Îranê Elî Xamîneî di hevpeyvînekê li gel sultanê Omanê de li Tehranê, vegerandina têkiliyên dîplomatîk bi Misirê re erênî nirxand. Ev jî nîşaneyek ku li ser asta herî bilind ji bo vegerandina têkiliyan di navbera her du welatan de tevger hene.

Têkiliyên Misir û Îranê ji destpêka şoreşa îslamî ve ketibû tuneleke tarî, nemaze ku Misirê şahê Îranê yê berê û malbata wî pêşwazî kir û gora wî li Qahîreyê ye. Îranê jî navê Xalid El Îslambolî ku kujerê serokê berê yê Misirê Enwer El Sadat e, li kolana xwe ya herî navdar kir.

HEWLDANÊN NÊZÎKBÛNÊ

Di salên dawîn de, ji bo normalîzekirinê gelek hewldan hebûn. Guhertin di xîtabê ragihandinê de çêbû. Niyetên her du aliyan eşkere bûn ku dixwazin vê aloziyê bi dawî bikin. Ragihandina Misirê jî zimanê tund ku li dijî Îranê bi kar dianî, sivik kir.

Li gorî hin raporan, şandeyeke îstixbaratî ya Îranê di Tîrmeha 2021`an de serdana Qahîreyê kir û bi hempîşeyên xwe yên misirî re dan û standin kirin.

Her wiha dema serokê Ebdulfettah El Sîsî Hezîrana 2022`yan serdana Omanê kir, civîneke ewlehiyê di navbera rayedarên Misirê Îranê de pêk hat.

Di Cotmeha 2022`yan de civîneke neragihandî li Qahîreyê bi beşdariya gerînendeyê îstixbarata giştî ya Misirê lîwa Ebas Kamil, cîgirê serokê Îranê Alî Selacîqe hate lidarxistin. Alî Selacîqe di civîna avhewayê ya ‘COP27’ de ku Mijdara 2022′yan de li Şerem Şêx hatibû lidarxitsin, bi wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî re civiyabû.

Li gorî çavdêran, ruxmî girîngiya nêzîkbûna di navbera Qahîre û Tehranê de ji bo her du welatan, lê gelek dosya hene ku temamkirina normalîzekirinê asteng kirin. Pêdiviya wê jî bi cidiyeke zêde ya ji her du aliyan ve heye, ji ber ku vegerandina têkiliyan xwedî girîngiyeke stratejîk ji Misir û Îranê re ye.

VEBIJÊRKEKE STRATEJÎK

Pisporê kar û barên Îranê Dr. Îyad El Mecalî li ser mijarê ji ajansa me re axivî û got ji ber pêşketina hevbendiyên herêmî ku ji ber aloziya Ukraynayê hatine avakirin, her wiha ji ber paşketina rola DYA'yê li herêmê, êdî vebijêrka normalîzekirinê ya di navbera Qahîre û Tehranê de bûye yek ji armancên pêşîn avakarên biryarên siyasî yên her du welatan.

El Mecalî îşaret pê kir ku Misir jî mîna hin welatên din e ku di nava krîzên aborî yên girêk de maye û got: “Vekirina asoyên nêzîkbûna bi Tehranê re parçeyekî girîng dikare di aliyê piştgiriya aboriyê de çêdike. Bi vegerandina têkiliyan re dê turîstên Îranê serdana Misirê bikin û dê ew jî bi xwe re pereyên biyanî peyda bike. Ji wê zêdetir dê Misir bi awayekî mezin kel û pelên xwe hinardeyî sûka Îranê bikin.”

El Mecalî diyar kir ku normalîzekirina bi Qahîreyê re ji bo Tehranê vebijêrkeke stratejîk e û wiha domand: “Bi taybetî vegerandina têkiliyan bi Misirê û normalîzekirina pê re dê hewldanên tecrîdê yên DYA′yê û Îsraîlê li ser Îranê ferz kirine, têk bibin. Dê rêya geşkirina hevkariya aborî û gihandina li sûka Misirê ya fireh veke û bi wê re derfetên mezin ji berhemên Îranê re bên vekirin. Di encamê de dê dahatên Îranê yên darayî zêde bikin û krîza wê ya aborî sivik bike.”

Li gorî El Mecalî, pêdiviya hêdîbûna gavên pêkanîna lihevkirin û normalîzekirina siyasî û aborî di navbera her du aliyan de bi hewldanên dîplomatîk hene ku dozên hevbeş çareser bikin û çarçoveyeke sereke ji hevkariyê re bê diyarkirin beriya ev normalîzekirin tê ragihandin.

SEKINANDINA JI NIŞKA VE

Pisporê kar û barên Îranê Mihemed Ebadî ji ajansa me re wiha got: “Tê zanîn ku dîplomasiya Misirê ya kevn, bi taybetî di dosyayên girêk de yên mîna dosyaya normalîzekirina dîplomasî bi Îranê re xwedî gavên giran in, nemaze ku ev yek piştî aramiya di navbera Îran û Erebistana Siûdî ya di Adara borî de ya bi navbeynkariya Çînê, pêk hat.”

Ebadî wiha domand: “Dihat texmînkirin ku lihevkirinek di navbera Misir û Îranê de çêbûya, bi taybet bi derbasbûna navbeynkariya Omanê û nîşaneyên bênavber ên pêşwazîkirinê yên Îranê ji hikumeta Misirê re têkildarî vegerandina têkiliyan.”

Ebadî anî ziman ku sekinandina axaftina li ser lihevkirineke Misir-Îranê suprîzek bû û sedema vê yekê spart van xalan: “Ya yekê, hîna lihevkirina Siûdî-Îranî di testê de ye û pêdiviya wê bi demê heye ku cidiyeta Îranê ya aştiyê û xwesteka wê ya arambûna li hundirê herêmê were îsbatkirin.

Sedema duyemîn jî, Îran di dosyayên navneteweyî de yên wekî bernameya nukleerî, cezayên li ser wê hatine birin tev lihev bûye. Ya sêyemîn jî qezencên dibe ku Misirê ji wê vegerandina têkiliyan wergire, sînordar in.”

(şx/fr)

ANHA