`Jin û şer` navnîşana paneleke Meclisa Jinan e

Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek bi navnîşan “Jin û şer” li Reqayê li dar xist.

`Jin û şer` navnîşana paneleke Meclisa Jinan e
`Jin û şer` navnîşana paneleke Meclisa Jinan e
`Jin û şer` navnîşana paneleke Meclisa Jinan e
`Jin û şer` navnîşana paneleke Meclisa Jinan e
`Jin û şer` navnîşana paneleke Meclisa Jinan e
`Jin û şer` navnîşana paneleke Meclisa Jinan e
`Jin û şer` navnîşana paneleke Meclisa Jinan e
2 tebax, 2023   14:21
REQA

Panel bi beşdariya endamên rêxistinên jinan ên Reqa, Tebqa, nivîsgehên jinan ên partiyan, rûspiyên êlên herêmê li dar ker.

`ZEHMETIYÊN LI PÊŞIYA JINAN DERDIKEVIN Û ŞERÊN LI DIJÎ WÊ TÊN KIRIN`

Di panelê de berdevka partiyê, Miwefeq El Ehmed axivî û got: “Civak li ser du stûnên bingheîn ava dibe ku jin û ciwan in. Hedefgirtina wan, dê civakeke bêexlaq ava bike ku tê de sûc, fihûş û narkotîk belav dibe. Ji bo rê li pêşiya wê bêgirtin, divê şerê li dijî van her du beşan tê kirin bên naskirin.

ŞERÊ BI LÊÇÛNEKE KÊM

El Ehmed wiha domand: “Şerê klasîk; bi karanîna birêxistinkirî ya amûrên leşkerî û taktîkî ye. Şerê taybet; armanc dike bi wesîleyên madî û manewî armancên xwe pêk bîne, vîna civakê tune bike, hawîrdoreke bedbîn û bêbawerî ava bike. Nakokiyên şaxî kûrtir bike û nakokiyên hundirîn bi lêçûneke kêm biafrîne.”

El Ehmed di dawiyê de gotina Rêber Abdullah Ocalan têkildarî jina rewşenbîr bibîr xist û got: “Silavên min ji jinên ronakbîr, bi hêz, aqilmend a xweşik re hene ku biryarên rast digire. Ya dilhêle ez bibin heyrana wê. Ji ber ku dê bibe beşeke lêkolîna me ya felsefîk.”

Dûre beşdaran nêrînên xwe der barê vê beşa panelê de parve kirin. Helbestvan Fewziye El Mirî axivî û destnîşan kir ku jin herî zêde zirarê dibîne. Her wiha îşaret pê kir ku jin tovika malbatê ye heke sax û drust be civak sax û drust dibe.

RÊGEZÊN BINGEHÎN ÊN MALBATA DEMOKRATÎK

Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê, Sîham Dawûd ev beşa panelê bi rêve bir û got: “Demokratiya jinan û malbatê, ji dozên civaka me ya herî girîng e. Lê belê kaniya tevahî dozên civakî ye. Ji ber ku jin xwe bi hêz ferz dike.”

Sîham ev li gotinên xwe zêde kir: “Çareserkirina dozên civakî û malbatî di malbatê re derbas dibe. Heke em dev ji rêgezên hevjiyana azad berda, ew tê wateya nebûna malbata demokratîk e. Yanî jiyan dê avzêya tundiyê be û jin tune bibe.”

Endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El Qeftan destnîşan kir ku avakirina civakeke saxlem divê bi rastiya jinan, mêran, fikrên ku pê bawer dikin re mijul bibe.

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû ku xalên wê yên sereke ev in: “Perwerdekirina jinan ji bo avakirina malbata demokratîk a saxlem. Meşandina têkoşînê li hember şerê taybet ê li dijî civak û jinan. Xurtkirina xebatên dîplomatîk û pêşxistina têkiliyan bi rêxistinên jinan ên li Sûriye û derveyî wê re. Meşandina kar û xebatan ji bo derbskirina zehmetiyên aborî, siyasî.”

(şx)

ANHA