Rojnameyên erebî: Amadekariyên avakirina herêmeke serbest a Îran-Sûriyeyê

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên îro de bal kişand ser serdana şandeya hikumeta Şamê ya li Îranê û astengiyên li pêşiya lihevhatina Tirkiyeyê bi dewletên herêmê re. Rojnameyan cih dan rewşa Lîbya û Iraqê jî.

Rojnameyên erebî: Amadekariyên avakirina herêmeke serbest a Îran-Sûriyeyê
31 tîrmeh, 2023   06:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Sûriyeyê de nûçeyek bi sernavê "Şandeya Şamê li Tehranê ye" weşand.

Li gori nûçeyê; "Ev serdan di demeke wisa de pêk hat ku gotegot li ser niyetên Îranê yên avakirina herêmeke serbest a Îranê ya di nava Sûriyeyê de têne kirin. Îran bi avakirina vê herêmê dixwaze îstîsmaran li Sûriyeyê pêk bîne û di heman demê de dixwaze têkiliyên aborî yên di navbera her du welatan de xurt bike. Lê cihê herêma serbest a Îran-Sûriyeyê eşkere nekir. Çavkaniyên sûriyeyê texmîn dikin ku şopandina dosyaya têkiliyên Îran-Sûriyeyê dê li herêma navîn, nêzî projeyên îstîsmarkirinê yên çandiniyê yên Îranê yên li peravên Sûriyeyê û nêzî stasyonên kehrebeyê yên naverasta welat, her wiha nêzî sînorê Lubnanê be."

‘LIHEVKIRINÊN TIRKIYEYÊ YÊN BI WELATÊN HERÊMÊ RE TÊK DIÇIN’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê jî behsa astengiyên li pêşiya lihevkirinên Tirkiyeyê û welatên herêmê kir. Rojnameyê ev astengî spartin 3 sedeman. Ya yekemîn; paşxistina serdana Benjamin Netanyahû, ya duyemîn; Beşar Esed careke din daxwaza vekişîna Tirkiyeyê ya ji welat kir û ya sêyemîn; biryara Sîsî ye ku serdana xwe ya bo Tirkiyeyê bi paş de xist.

'TÊKILIYÊN DI NAVBERA TIRKIYE Û EL DEBÎBE DE DEWAM DIKIN’

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî rojnameya El Ereb nivîsek weşand. Di nivîsê de hate gotin, hemahengiya di navbera hikumeta El Debîbe ya Lîbyayê û balyozê Tirkiyeyê yê li Lîbyayê de, gotegotên dibêjin di navbera her du aliyan de alozî heye, ji holê radike. Her wiha hate gotin, Enqere bi rêya xurtkirina têkiliyan bi hikumeta El Debîbe re dixwaze hebûna xwe ya li bakurê Afrîkayê xurt bike, berjewendiyên xwe yên aborî mîsoger bike û hegemonyaya xwe li Deryaya Spî berfireh bike.

'HILBIJARTINA MECLISÊN IRAQÊ ŞER DI NAVBERA HÊZÊN IRAQÊ DE RADIGIHÎNE'

Rojnameya Okaz a Siûdiyê jî li ser rojeva Iraqê wiha nivîsî: “Hêzên siyasî yên Iraqê di hilbijartinên xwecih de ku dê di 18'ê Kanûnê de bên lidarxistin, dest bi têkoşîna xwe ya ji bo kontrolkirina meclisên parêzgehan kiriye. Hejmara partî û hevbendiyên hevrik ji 300 navî zêdetir bûye. Hêzên sunnî di destpêkê de dê bi 8 lîsteyên sereke beşdarî hilbijartinan bibin. Ev lîste bi piranî di navbera serokê parlamentoyê Mihemed El Helbûsî û hevrikên wî de hatiye dabeşkirin. Dijberên El Helbûsî berî hilbijartinan hewl didin neynûkên wî rakin û heta niha 5 berpirsên ser bi serokatiya parlamentoyê ve ji kar avêtine.”

(bb)