Îran bû endama daîmî ya Rêxistina Şanghayê

​​​​​​​Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê ragihand ku Îran wek endameke daîmî tev li rêxistinê bûye.

Îran bû endama daîmî ya Rêxistina Şanghayê
4 tîrmeh, 2023   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di civîna online ya serokên dewletên Rêxistina Şanghayê de ku bi serokatiya Hindistanê hat lidarxistin, Îran bi erêkirina hemû endaman wek endameke daîmî tev li rêxistinê bû.

Li gorî nûçeya ajansa Tesnîm a Îranê, di axaftina destpêkê ya civîna 23`yemîn a rêxistinê de, serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi endamtiya Îranê ya rêxistinê pîroz kir. Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî di axaftina xwe de tevlêbûna Îranê ya rêxistinê pîroz kir û got: “Tevlêbûna Îranê ji bo vê rêxistinê dikare hêzeke zêdetir lê zêde bike.”

Îran ji 2005`an de endameke çavdêr a rêxistinê ye. Herî dawî di 2020`an de hewl dabû tev li rêxistinê bibe, lê belê ji ber redkirina Tacikistanê hewldana wê bi bin ketibû. Lê welatên endamên rêxistinê careke din di Îlona 2021`yan de tevlêbûna Tehranê erê kir. Wê demê Îranê dest bi rêzetedbîran kiribû, ji bo endamtî fermî bibe pêwîst bû ew rêzetedbîr 2 salan dewam bikin.

Meha borî jî, Îmarat û Kuwêt wek "şirîkên diyalogê" tev li rêxistinê bûbûn. Beriya wan jî Erebistana Siûdî û Qeter tev lê bûbûn. Ev tevger hemwextî başbûna têkiliyên Çîn-Rûsya-welatên Kendavê pêk hatibûn. Lewma Amerîka ku hewl dide li hember Çînê serweriya xwe li herêma Kendavê xurt bike, ketibû nava fikaran. Dewletên Kendavê jî hevkariya aborî bi dewletên rojhilatê Asyayê, Rûsya û Çînê re xurttir kirin.

RÊXISTINA HEVKARIYÊ YA ŞANGHAYÊ

Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê yekitiyeke siyasî û ewlehiyê ya dewletan e ku rûpîvaneke mezin ji Ewroasyayê digirin; mîna Rûsya, Çîn û Hindistanê ku nîvê nifûsa cîhanê lê ye û bandorê li sedî 20`ê aboriya cîhanê dike.

Rêxistin sala 2001`an bi însiyatîfa Rûsya, Çîn û 4 dewletên Asyaya Navîn (Tacikistan, Qirxizistan, Ozbekistan û Kazaxistan) hat avakirin û di 2017`an de Hindistan û Pakistan jî tev lê bûn.

6 welatên Ereban jî wekî "şirîkê diyalogê" tev li rêxistinê bûne. Di nava wan de Tirkiye heye (2012) û vê dawiyê jî hejmareke dewletên Ereban bi heman rengî tev lê bûn.

(c)

ANHA