Jinan bertekên tund nîşanî sûcên dagirkeran da

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî sûcên dagirkeran da û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku tavilê destwerdanê bikin û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê di qadên navneteweyî de teşhîr bikin.

Jinan bertekên tund nîşanî sûcên dagirkeran da
Jinan bertekên tund nîşanî sûcên dagirkeran da
Jinan bertekên tund nîşanî sûcên dagirkeran da
Jinan bertekên tund nîşanî sûcên dagirkeran da
Jinan bertekên tund nîşanî sûcên dagirkeran da
13 hezîran, 2023   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de sûcên dermirovî dewam dikin. Beriyan çend rojan dagirkeran mala jina Kurd a bi navê Ewfa Şêx Ehmed a ji gundê Şêx ê naveya Racoyê talan kirin û bi wayekî hovane wê qetil kir.

Têkildarî van sûcan, Rêxistina Sara ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan li Heleb, Kobanê û Hesekê  daxuyanî dan. Li Reqayê jî daxuyanî ji aliyê Meclisa Jinan a Sûriyeyê  ve hate dayîn , her wiha Meclisa Jinan a PYD'yê ya şaxê Helebê daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan şêniyan hatin xwendin.

Di daxuyaniya Rêxistina Sara de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van sûcan hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de  êrişa zayendî ya çeteyên dewleta Tirk a li dijî 2 zarokan û qetilkirina Ewfa Şêx Ehmed hatin şermezarkirin û hate gotin ku ev sûc berdewama rêzesûcên dagirkeran ên li dijî şênî û jin û zarokên Efrîn û tevahî herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî ne.

Rêxistsina Sara bang li hêzên navneteweyî kir ku şênî û jinên li herêmên dagirkirî ji sûcên dewleta Tirk  û çeteyên wê biparêzin û van sûcan di qadên navneteweyî de teşhîr bikin.

Daxuyaniya Meclisa Jinan a Sûriyeyê jî ji aliyê endama meclisê Suhêr Senûh ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, herî zêde jinan ji bandorên aloziya Sûriyeyê ziyanan dibînin.

Hate gotin ku li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin wekî Cerablus, Girê Spî û Idlibê bîlançoya sûcên qetilkirin, revandin, koçberkirin û desteserkirina mal û milkan zêde bûye.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê sûcên qetilkirin, revandin û êrişên zayendî yên li dijî jin û zarokan  şermezarkirin û bang li NY, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û gelê Sûriyeyê kirin ku li hemberî van sûcn bisekinin.

Li taxa Şêxmeqsûdê Meclisa Jinan a PYD'ê ya Helebê daxuyaniyek da. Endama meclisê Sena Mihemed Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşart bi sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê hatin kirin û heta gotin, Rûsya ya federal berpirsên van sûcan in.

Meclisa Jinan a PYD'ê diyar kir ku ew ê têkoşînê ta rizgarkirina herêmên dagirkirî bidomîne.

(mh/bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dr5JfgLlQ5s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uQuY7T_78dM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XYS1rGe7eBI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CNDdNKV8F9c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>