​​​​​​​Gelo dê Îsraîl bersiva moşekên ji 3 aliyan ve tên çawa bide?

Ji bo bersivdana êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriye û Mescid El Eqsayê, Hemas û Hizbullahê moşek ji Lubnan, Xeza, Sûriyeyê avêtin. Gelo ev nîşaneya şerekî giştî ye yan jî dê bersivdana Îsraîlê sînordar be?

​​​​​​​Gelo dê Îsraîl bersiva moşekên ji 3 aliyan ve tên çawa bide?
13 nîsan, 2023   03:38
BEYRÛT - ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Lêkolînerê îsraîlî Mordecai Kedar got dê Îsraîl li hember êrişekê be. Hizbullah ji Lubnanê ve bi hezaran moşek û balafirên bêmirov bi kar tîne, li Sûriyeyê 17 yekîneyên çekdar hene, li Iraqê jî bi dehan komên çekdar ên xwedî moşek û balafirên bêmirov hene. Li Yemenê jî li gel Hûsiyan moşek û balafirên bêmirov ku digihînin Îsraîlê, hene. Her wiha li Xezayê, li gel Hemas û Cîhad El Îslamî moşek hene ku dikarin baregehên artêşa Îsraîlê û hêzên hewayî têk bibin. Tê texmînkirin ku Îranê tu moşek an jî balafiran ji xaka xwe ve li dijî Îsraîlê bi kar nayne, da ku xwe nexe cihê tolhilanînê.

Piranî şîrovekarên leşkerî gotina Kedar ne rast nîşan didin û diyar dikin ku Til Evîv li hember astengiyên ewlehî ye û ew yek dikevin xizmeta Îran û stratejiya wê ya têkbirina armancên Îsraîlê da ku bandorê li hewldanên Tehranê yên normalîzekirina bi herêmê re, bike.

Lê gelo çi peyam di vekirina 3 eniyan di heman demê de, heye? Kî sûdewar e? Gelo Tehranê ev enî livandin da ku ji krîza xwe derkeve?

Şîrovekarê siyasî yê lubnanî Wesîm Bezî ji ajansa me re li ser mijarê wiha got: "Îran bi vê yekê ji Îsraîlê re dibêje di eniyan de yekbûnek heye; ji hundirê Filistînê bigire heta bi Îranê, Lubnan, Sûriye, Iraq û Yemenê. Ger zirarek bi aliyekî bû, dê bersivdan tund be.”

Bezî wiha domand: "Hemwextî tevliheviya hundirîn a Filistînê moşek hatin bikaranîn. Ev yek bersivdana li ser êrişên zêde yên Îsraîlê yên li dijî hêzên Îranê û artêşa Sûriyeyê li hundirê Sûriyeyê ye. Her wiha piştgiriya filistîniyên li hundir e.”

Der barê Lubnanê de jî Bezî anî ziman ku ew texmîn nake bandorên vê yekê li ser Lubnanê hebin û wiha pê de çû: “Ger Netanyahu gavên mezin ên bersivdanê avêtin, wê demê dê tevliheviyeke siyasî, leşkerî û ewlehî çêbe û dê ne tenê bandora xwe li ser Lubnanê hebe, dê bandorê li tevahî herêmê bike. Dibe ku ev pêşdeçûn di aliyê hundirîn de werin bikaranîn, lê dê wek parçeyekî ji rewşa rageşiya domdar a li Lubnanê li ser nasnameya welat û hilbijêrên wê yên stratejîk bin.”

Têkildarî nêrîna ku Tehranê ev enî xistin tevgerê da ku ji krîzên xwe derkeve, Bezî diyar ku ne pêkan e Îranê ev moşek ji Xeza, Lubna û Sûriyeyê avêtibin, ji ber ku di krîza nukleerî, siyasî û aborî de ye û wiha got: "Ew yek bi rêveçûna normalîzekirina têkiliyên Siûdî û Îranê ve ne girêdayî ye."

Di şerê çepemeniyê yê dawîn de serokê hikumeta Îsraîlê Netanyahu di civîneke çapemeniyê ya zindî de lihevkirina sînorên deryayî ya di navbera Filistîn û Lubnanê de bi ′lihevkirina radestbûnê′ wesif kir û got êrişên li dijî Îsraîlê zêde bûne.

Netanyahu di xîtaba xwe de got hikumeta berê bi Hizbullah re bêyî tu berdêlan, lihevkirina gazê îmze kir û Îsraîl rastî êrişan tê. Dê hikumeta niha jî aramî û ewlehiyê bîne.

Netanyahu têkildarî êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê diyar kir ku Îsraîlê nuqteyên Îranê kirine hedef û gef li hikumeta Şamê xwarin ku, ger avêtina moşekan dewam bike, dê berdêleke mezin bide.

Têkildarî moşekên hefteya borî ji Lubnanê de hatine avêtin, Netanyahu got Îsraîl nahêle binesaziyek ji Hemasê re li Lubnanê were avakirin û êrişa li dijî Xezayê ji Hemasê re peyamek e û îşaretek e ku dê li hember avêtina moşekan berdêlan bide.

Netanyahu destnîşan kir ku ew şerekî berfireh naxwaze, lê ger hate xwestin dê saziyên ewlehî û leşkerî “bi hemû hêza xwe li dijî dijminan bisekinin”.

(fr)

ANHA