​​​​​​​Îranê 6 sal cezayê girtinê li Sarah Syahpur birî

Dewleta Îranê 6 sal cezayê girtîgehê li endama Sendîkavanên Mamosteyan Sarah Syahpur birî, du salan qedexeya derketina derve, endamtiya partiyê û qedexeya internetê jî da.

​​​​​​​Îranê 6 sal cezayê girtinê li Sarah Syahpur birî
17 ÇILE, 2023   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî" destpe kir, ket meha xwe ya 5'emîn. Dewleta Îranê hewl dide bi biryarên darvekirin, girtin, binçavkirin, revandin û cezayên pereyan serhildanê bitepisîne. Desteya Koordînasyona Sendîkayên Mamosteyan bi daxuyaniyeke ragihand ku 6 sal cezayê girtîgehê li Sarah Syahpur hatiye birîn.

 ‘Dadgeha Şoreşê’ ya Tehranê bi îdiayên “qesta xirabkirina ewlehiya welat", “kombûn û hevpeymanên veşartî”, “li dijî rejîmê propaganda" 6 sal cezayê girtîgehê da çalakvan Sarah Syahpur. Her wiha der barê Sarah Syahpur de du salan qedexeya derketina derveyî welat, endamtiya rêxistinê û bikaranîna înternetê hat dayîn.

Sarah Syahpur di 24'ê Tebaxa 2022’an de li ber mala xwe hatibû binçavkirin û dest danîbûn ser kelûpelên wê.  Sarah Syahpur a wê biribûn cihek ne diyar pistî 10 rojan bi 300 milyon tumenê bi kefaleta demkî hat berdan. Li Sarah Syahpur a ji aliyê “Dadgeha Şoreşê” ya Tehranê ve bi awayekê bê parêzer ji bo dadgehê banî wê kiribûn, di 2’ê Çileyê de ceza hat dayîn.