Hilbijartina serokkomarê Lubnanê li benda lihevkirinên herêmî û navneteweyî ye

Parlamentoya Lubnanê cara 4'an e ku nekariye li şûna Mîşêl Ewn ê ku erka wî di 31'ê Cotmehê de bi dawî dibe, serokekî nû hilbijêre. Li gorî çavdêran, lihevkirina li ser hilbijartina serokekî, li benda lihevkirina herêmî û navneteweyî ye, dibe ku girêdayî lihevkirina xêzkirina sînorê deryayî yên bi Îsraîlê ve.  

Hilbijartina serokkomarê Lubnanê li benda lihevkirinên herêmî û navneteweyî ye
29 cotmeh, 2022   06:28
BEYRÛT – ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Bi nêzbûna bidawhatina dema serokatiya serok Mîşêl Ewn ku hefteya bê an ku di 31'ê Cotmehê de ye, parlementeran ji 29'ê Îlonê ve dest bi tedbîrên hilbijartina serokekî nû kirine. Ev cara 4'an ku parlementer di vê yekê de bi bin dikevin. Tê zanîn ku di hilbijartinên serokatiyê yên dawî de, Xaka Birincê (Lubnan) 29 mehan bê serok ma.

Heta niha parlamentoya ku ji 128 parlementeran pêk tê, nekariye li ser namzetekî li hev bike, ev jî nîşan dide ku dê hilbijartin dirêj bikin. Wê ev jî rewşa welatê ku di nav qeyraneke aborî de ye hîn zêdetir tevlihev bike. Kêm caran muhletên destûrî yên diyarkirî tên rêzgiritn.  

Çîna siyasî ya Lubnanê de ji hev dûr in û parçe ne, ji ber vê yekê nikarin bighêjin lihevkirinekê li ser hilbijartina serokekî li şûna Ewn an jî avakrina hikumeke nû li şûna ya demkî ya bi serkêşiya Necîb Mîqatê ku ji 22'ê Gulana borî ve serokê hikumeta demkî ye. Ew jî heman roja destpêkirina dema karê parlamentoya nû ye.

Di vê çarçoveyê de, Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherine Colonna, roja 14'ê Cotmehê di serdana xwe ya Beyrûtê de, ji berpirsên Lubnanê  xwest ku xwe ji valahiya serokatiyê dûr bixin û lez bidin hilbijartina serokekî nû yê li şûna serok Ewn.

Colonna got: "Divê rêz li mafên destûrî bê girtin. Ev ji bo Lubnanê pêwîstiyeke lezgîn e. Lubnan êdî nikare xwe li ber krîza aborî ya heyî ragire."

Der barê taybetmendiyên herî girîng ên serokê Lubnanê yê nû ku di asta herêmî û navneteweyî de tên xwestin, çavdêrê siyasî Xesan Cewad wiha got: "Divê serokê nû bikaribe lubnaniyan li hev bicivîne û diyalogê di navbera wan de çêbike. Her wiha divê bikaribe dan û standinê, li ser asta herêmî hem ya navneteweyî bi derve re bike."

Cewad wiha lê zêde kir: "Ji serxwebûnê heta îro ve, şert û mercên herêmî û navneteweyî di hilbijartina serokê komarê de rol lîstine. Wan şert û mercan carnan kesayetên ku nedihatin nasîn û ne namzet bûn dikirin serok."

Cewad her wiha got, piraniya kesayetên ku di 13 salên borî  de serokatiya komarê kirine, di encama hinek lihevkirinên xwecihî û herêmî û bi saya hebûna qebûlkirina navneteweyî hatine.

FIKARÊN LI SER DUBAREBÛNA VALAHIYÊ

Ji Peymana Taifê ya 1989'an ku 15 salên şerê navxweyî yê Lubnanê (1975-1990) bi dawî anî û heya niha, ji ber alozî û nakokiyên siyasî yên dubare, piraniya mafên destûrî di dema xwe de nehatin bidesxistin.

Tiştê ku hîn zêdetir texmînan li ser vî mafê destûrî çêdike, ew e ku serokên herî navdar ên partiyên Xirîstiyanên Maronî hîn bi eşkere namzetiya xwe ji bo serokatiyê ragihandine, wek Semîr Geagea, Cubran Basîl (zavayê Ewn) û Silêman Firenjiye.

Ji ber tirsa boykotkirina parlementeran a rûniştinên hilbijartinê û di dema diyarkirî de nehilbijartina serokê 14'an ê Lubnanê ji dema serxwebûna wê ji Fransayê sala 1946'an, daneyên ji parlamentoyê hewldanên lihevkirina li ser namzetekî nîşan didin.

Serokkomarê Lubnanê bi piraniya sêyeke ji endamên parlamentoyê ku hejmara wan 128 in, an ku di dewreya yekemîn de 86 parlamenter û di di dewreya duyemîn e bi piraniya mutleq an ku 65 parlamenter in tê hilbijartin

YEKKIRINA MUXALEFETÊ

Serokê Partiya El Ketaib parlamenter Samî El Cemîl li parlamentoyê wiha ji rojnamevanan re axivî: "Em ji bo ku muxalefetê li dora yek navî bikin yek, hîn jî dixebitin, lê belê em zehmetiyan dikşînin. Em hêvîdar in ku di rojên pêş de û bi nêzbûna hilbijartinan roja 31'ê vê mehê, rêz bibin yek."

Ji aliyê din ve parlementerê Hizbullah Hesen Fedilullah jî got: "Heya niha lihevkirinek çênebûye û di navbera blokên cuda de jî diyalogeke berfireh tuneye. Ji ber vê yekê dîmenên ku em dibînin dê dubare bibin û ez bawer dikim ku dê di 10 rojên dawî de rûniştin zêde bibin."

Blokên sereke, di nav de "Hizbullah" ku hêza herî berbiçav a siyasî û leşkerî ye, li dijî piştgirîkirina namzetiya Miewed e û wî wekî "namzetê rêkbir" bi nav dikin. Her wiha Miewed bi "nêzîkî Amerîkiyan" tawanbar dike.

SÎSTEMA KU XWE DISPÊRE MEZHEBPERESTIYÊ

Di sala 1989'an de, Peymana Taifê li Erebistana Siûdî hate erêkirin. Ev peyman ji bo bidawîkirina şerê 15 salan ê Lubnanê bû. Li gorî wê yekê desthilata rêveber radestî parlamentoyê hat kirin û mafên serokkomar hat kêmkirin.

Li dewleta Lubnanê bi fermî 18 mezheb hene; maronî, rûm ortodoks, rûm katolîk, soryon, ortodoks, suryaniyên katolîk, asûrî, keldanî, qiptiyên ortodoks, ermenî apostolîk, ermeniyên katolîk, latîn û protestan. misilman jî şîa, durzî, sunnî, îsmaîlî û elewî, her wiha  cihû jî hene.

Nûnertiya fermî ya van mezhebên olî di dewleta Lubnanê de li gorî Peymana Nîştimanî ya sala 1943'an an ku sala welat serxwebûna xwe bi dest xistiye tê organîzekirin. Li gorî vê peymana nenivîsandî ku wê demê di navbera rêberên maronî û sunnî yên li welêt de hatin çêkirin, divê her tim serokkomar û fermandarê artêşê Xiristiyan be, bi taybet jî Maronî. Serokwezîr jî Sunnî, serokê parlamentoyê jî Şîe be.

Ji Peymana Taifê heta niha ve 128 kursiyên parlamentoyê bi awayekî wekhev di navbera misilman û xiristiyanan de hatine dabeşkirin. Di nav van her du mezheban de hejmarek endamên hilbijartî hene ku li gorî giraniya demografî ya her mezhebê têne diyarkirin. (Şîe 27 kursî, Maronî 34 kursî), ev hejmarên ku di serjimêriya dawîn a sala 1932'an de hatî çêkirin e.

Di rastiyê de, ev pergal ji bo xurtkirina lihevhatinê hate avakirin. Lê bi demê re, çend kesayetên siyasî yên xwedî hêz ew ji bo berjewendiya xwe bi kar anîn. Bi wê yekê re jî astengiyên siyasî yên li welêt bi ferzkirina bazarkirina siyasî weke rêbazeke rêveberiyê, zêdetir kirin. Ji bo wê jî lubnanî di Cotmeha 2019'an de li dijî wê rabûn.

Di dema hilbijartina Mîşêl Ewn de, kampa generalê berê û hevalbendê wî yê siyasî "Hizbullah" piştî astengkirina hilbijartinên serokomariyê bo demeke dirêj, bi ser ket û namzedê xwe ferz kir.

6 sal derbas bûn, hîn jî heman kampa ku piraniya wan di hilbijartinên dawî yên qanûnî de winda kiribû, hewl dide ku zavayê serokê ku erka wî bi dawî bûye, Wezîrê Karên Derve yê berê Cubran Basîl dehf bide da ku bighêje desthilatê, lê kesayeta wî ji her lihevhatinekê ya li Lubnanê dûr dihêle.

Ji ber vê yekê, îhtîmal e ku pêşbirka nû  û demdirêj dest pê bike heya ku lihevkirinek li ser namzetekî pêk were ku dawî li rewşa heyî bîn e. Li gorî rêxistina ne hikûmî CARE, ji sedî zêdetirî 80 ji nifûsê jêrî xeta xizaniyê de dijîn. Her wiha pêdiviya lubnaniyan ji her demê zêdetir bi aktîvkirina saziyên wan heye da ku welat bigihînin ewlehiyê.

(hs)

ANHA