​​​​​​​Konferansa Kongra Star a kantona Hesekê dest pê kir

Bi beşdarbûna 400 delegeyî, 9ʹemîn Konferansa Kongra Star a kantona Hesekê dest pê kir.

​​​​​​​Konferansa Kongra Star a kantona Hesekê dest pê kir
​​​​​​​Konferansa Kongra Star a kantona Hesekê dest pê kir
​​​​​​​Konferansa Kongra Star a kantona Hesekê dest pê kir
​​​​​​​Konferansa Kongra Star a kantona Hesekê dest pê kir
​​​​​​​Konferansa Kongra Star a kantona Hesekê dest pê kir
​​​​​​​Konferansa Kongra Star a kantona Hesekê dest pê kir
​​​​​​​Konferansa Kongra Star a kantona Hesekê dest pê kir
8 cotmeh, 2022   08:51
HESEKÊ

Bi dirûşma "Bi rihê Jiyan û Zeyneban em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin û bi ser bikevin" Konferansa 9ʹemîn a Kongra Star a kantona Hesekê li Hola Serdem a Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê dest pê kir.

400 delege ji rêxistinên jinan ên herêma Cizîrê; Kongra Star, Meclisa Jinan a Sûriyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meclisên jinan ên saziyên sivîl û civakî, Hêzên Parastina Civakî- Jin, komîteyên jinan ên meclisên malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweser, Dayikên Aştiyê, Yekitiya Jinên Suryan, Yekitiya Jinên Ermen, Partiya Sûriya Pêşerojê û dayikên welatparêz beşdarî konferansê bûn.

Li hola konferansê wêneyên şehîdên tevgerên jinan; rêveberên Kongra Star Seîda El Hermas, Hind El Xidêr, fermandara QSD û YPJʹê Jiyan Tolhildan, hevseroka Nivîsgeha Kar û Barên Dad û Çeksaziyê ya Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed, Jîna Emînî û pankartên "Jin, jiyan, azadî", "Şehadeta we israra me ya domandina têkoşîna jinan zêde dike" û "Em hemû Jîna Emînî ne" hatine daliqandin.

Li gorî komîteya amadekar a konferansê, dê rewşa siyasî were nirxandin, 2 sînevîzyon; yek li ser nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên der barê pirsgirêka jinan de û ya din xebatên Kongra Star ên du salên borî werin nîşandan. Her wiha dê rapora rewşa rêxistin û ya jinan were xwendin. Konferans dê bi hilbijartina meclisa nû ya Kongra Star a kantona Hesekê bi dawî bibe.

ANHA