Jinên Kobanê piştgirî da serhildana Jinan a li Rojhilat û Îranê

Li Kobanê bi dehan jin zextên rejîma Îranê yên li ser serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi serhildanê re anîn ziman.

Jinên Kobanê piştgirî da serhildana Jinan a li Rojhilat û Îranê
25 îlon, 2022   10:00
KOBANÊ

Bertekên li hemberî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê "polîsên exalq" yên Îranê ve her ku diçe zêde dibin.

Li  bajarê Kobanê bi dehan jin li qada Jinan Azad kom bûn û piştgiriya xwe bi serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nîşan dan.

Di kombûnê de endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Sultane Hemîd got: "Ji bajarê berxwedanê Kobanê em çalakiya jinên azad ên li Rojhilatê Kurdistanê silav dikin û piştgiriya wan dikin ku roleke sereke di serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê dilîzin."

Sultane Hemîd qetilkirina jinan şermezar kir û wiha domand: "Na ji qetilkirina jinan re, jin jiyan e, jiyanê nekujin. Qetilkirina jinan nayê qebûkirin. Em piştgiriya xwe bi jinên ku rastî zextên desthilata serwer re tên, radighînin û dibjin, Jiyan, Jiyan, Azadî."

Piştî axaftina Sultane Hemîd, jinan diruşmeyên silavkirina serhildana li Rojhilat berz kirin, porên xwe qusandin û şewitandin.

ANHA